Li Lîmasolê ji bo wargeha Mexmûrê çalakî hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li Lîmasolê hatin ba hev, êrîşên li ser Kurdistanê û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lîmasol a Kibrisê ji bo protestokirina artêşa Iraqê ku ji 20’ê Gulanê ve hewl dide Wargeha Mexmûrê dorpçê bike, mîtîng li dar xistin.

Girseya ku li kolana Anastasî Shîoûkrî ku cihê herî qelebalix ê Lîmasolê ye hatin ba hev,  diwîzên bi nivîsa “Mexmûr rûmeta me ye”, “Mexmûr ne bi tenê ye” hilgirtin.

Çalakiya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, HPG’ê hatin hilgirtin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Çalakvanan gelek caran bi dirûşmeyên “Bijî berxwedan Mexmûr”, “Faşîst Tirkiye”, “Bimre xiyanet”, “Bijî PKK” berzkirin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat di çalakiyê de axivî. Serhat diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên dorpêçkirina Mexmûrê, girtina sînorê Sêmalka û êrîşên bi ser Şengalê re, amadekariyên şereke mezin dike û got: “Şirîkatiya dewleta Iraqê û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî tê wateya ku hêzên navneteweyî piştgiriyê didin şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan bide destpêkirin.”