Li dijî Komploya Navneteweyî li 3 bajaran meş hate lidarxistin

24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran bi çalakî û meşan tê protestokirin.

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanîstan Atîna û li bajarên Darmstadt û Bonnê yên Elmanyayê bi meşekî hate protestokirin.

ATÎNA

Li Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd a Yewnanîstanê meşekî girseyî hate lidarxistin.

Meş li qada Akademîa dest pê kir, ji îstiqameta Parlementoya Yewnenîstanê heta Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Gelek jin, zarok û ciwan tevl li meşê bûn.

Li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê, dirûşmeyên “Kujer Tirkiye”, “Faşîst Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

DARMSTADT

Kurdistaniyên ku duh li Frankfûrtê bal kişandin li ser tecrîdê, îro jî li Darmstadt Lûîsenplatzê li hev civiyan. Kurdistaniyênku li Darmstadt, Saarbrûcken, Frankfûrt, Giessen, Mannheîm û Maînzç dijîn, tev li çalakiyê bûn.

Di roja duyemîn a meşa ku ji aliyê FCDK-KAWA ve hat organîzekirin de diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal berê bi komployekî navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin, 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û ev 2 sal in tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Her wiha di axaftinan de bal kişandin ser vê yekê ku daxwaza wan ne tenê agahî girtine, divê di zûtirîn demê de azad bibe û destnîşan kirin ku ji bo vê yekê Kurdistanî û dostên wan her tim li qadan bin.

Nûnerê Dîe Lînke Darmstadtê jî anî ziman ku ew beriya çend salan tev li meşa dirêj a ciwanan bûye û diyar kir ku daxwazên wan ê wê demê nehatiye guhertin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK’ê wê çalakiyên wan bidome.

Meşa ku posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û Dîktator Erdogan/Kujer Erdogan” hate berzkirin, heta Friedrichplatzê berdewam kir.

Çalakî, wê sibê saet di 13:00’an de li Mannheîm-Wassertûrmê bidome.

BONN

Bi pêşengiya FED-MED’ê li bajarê Bonn ê Elmanyayê ‘’Meşa Ji Bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’’ a bi du rojan, dest pê kir.

Kurdistaniyên li Marktplatza Bonnê hatin ba hev, saet di 13.00’an de daxuyanî da û meşiyan. Meş, bi berzkirina dirûşmeyan û xwendina danezanê dewam kir û li ber Nûnertiya Neteweyî mîtîng hat çêkirin.

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan li qada mîtîngê axavtinek kir, got ku 23 sal in nahêlin Rêberê Gelê Kurd û kes hev û din bibînin û  tecrîda giran li ser wî heye û wiha pê de çû: ‘’Ji serê komployê heta niha ne bi tenê Rêberê Gelê Kurd lê Kurd bixwe jî hatin tecrîdkirin. Lê niha mirov dibîne ku bi berxwedana Rêber Apo û me Kurdan komplo pûç bû. Serdema em tê de ne, paradîgmaya Abdullah Ocalan belavê her dera dinyayê bûye û gel tev êdî wî rêbertiyeke paradîgmayê dibînin. Fam û feraseta faşîst a AKP-MHP’ê, bi tenê gardiyaniya Îmraliyê dike.’’ Nûrsel Aydogan her wiha anî ziman ku wê îsal bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derketina lûtkeyê ya destkeftiyên Kurdan.

Gava mîtîngê, dosyeya li ser daxwaz û naviroka Komploya Navneteweyî pêşkêşê erkdarên NY’yê hat kirin. Piştre, banga tevlêbûna meşê li hemû Kurdistanî û dostên Kurdistaniyan hat kirin ku wê sibehê saet di 14.00’an de li ber DGB Haûs a Dusseldorfê bê kirin.