KON-MED'ê li dijî êrişa li ser çapemeniya azad daxuyanî da

KON-MED'ê li dijî êrişên li ser Stêrk TV û Medya Haber TV bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku nerazîbûna xwe nîşan bidin.

KON-MED'ê têkildarî êrişa li ser çapemeniya azad daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî bêdengkirina çapemeniya azad televîzyonên xwe biparêzin. Polîsên BelçîKî nîvê şevê avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên çav û dengê gelê Kurd.

Em êrîş û dorpêçkirina dewleta Belçîkayê ya li ser Stêrk TV û Medya Haber TV ku dengê gelê Kurd in û behsa demokrasî û azadiya mafên mirovan dikin şermezar dikin. Divê demildest dev ji vê helwesta antîdemokratîk berdin û dev ji rêbazên tirsandina Stêrk TV û Medya Haber TV ku gelê Kurd û bi milyonan wan temaşe dikin, berdin.

Weke Kon-Med em bi lezgîn bang li gelê xwe yên li Elmanyayê dikin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê û dakevin qadan dengê xwe û vîna xwe bi rihekî berxwêdêr sefer bibin û rûmeta xwe biparêzin."