Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê serdegirtinên li ser Stêrk û Medya Haberê şermezar kirin

Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê serdegirtinên li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê hatine kirin, şermezar kirin û ev bang kirin: “Em li saziyên xwe yên çapemeniyê derbikevin ku îrade û dengê me ne.”

Kedkarên Çand û Hunerê ya Ewropayê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Piştî êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, polîsên dewleta Belçîkayê jî di nîva şevê de bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girtin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşa vê siharê li Stenbol û Enqereyê jî li dijî çapemeniya azad hatî kirin, ne tesaduf e û ev bang hate kirin: “Li dijî van operasyonên qirkirinê em dengê xwe bilind bikin û xwedî li saziyên xwe yên çapemeniyê derbikevin ku îrade û dengê me ne. Em nehêlin dengê me were qutkirin.”