Fermandar Aryen Arê hate bîranîn
Yek ji fermandarên HPJ’ê Aryen Arê û hevrêyê wê Êrîş Berxwedan ku par di êrîşên dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Antwerpen a Belçîkayê hatin bîranîn.
Yek ji fermandarên HPJ’ê Aryen Arê û hevrêyê wê Êrîş Berxwedan ku par di êrîşên dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Antwerpen a Belçîkayê hatin bîranîn.
Yek ji fermandarên HPJ (Hêzên Parastina Jinan a Rojhilatê Kurdistanê) Aryen Arê (Zeynep Eyverî) û hevrêyê wê Êrîş Berxwedan (Sadiq Şêx Ehmed) ku di encama êrîşên balefirên dewleta Tirk a dagirker de par li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Antwerpen a Belçîkayê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê di saet 15.00’an de ji aliyê saziya malbatên şehîdan ve li komeleya Kurdî hate organîzekirin. Komeke Kurdistaniyan beşdarî merasîmê bûn. Merasîm deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê malbata şehîdan Dayê Sultan axivî û got: “Çawa wan hevalan ji bo welatê xwe û gelê xwe şer kirin, têkoşîn û berxwedan kirin, divê em jî bi heman hestî li ser riya wan bimeşin.”
Piştre Dayê Sultan helbesta ku li ser şehîdan nivîsandibû, xwend.
Hevserokê PJAK'ê yê berê Siyamend Muînî jî axaftin kir û wiha got: “Şehîd nasname ye ji bo me û lazime em lê xwedî derkevin. Hevala Aryen fermandar û lehengeke gelê me bû, beşeke mezin ji jiyana xwe di nava şoreş û têkoşînê de derbas kir. Sedsal in ku Kurdistan hatiye dabeşkirin û di vê sedsalê de bi sed hezaran lehengên weke hevala Aryen derketin û mohra xwe li dîrokê dan. Lê eger em îro qala hin destkeftiyên Kurdan dikin, ev yek encama ked û têkoşîna wan şehîdan e ku tevayî cîhan li ser axaftin dike û ji xwe re weke hêvî dibîne.
Rojhilata Navîn îro di nava qeyran û qonaxeke pir zirav de derbaz dibe. Heger her kesek tenê axaftin bike û li cihê xwe rûnê, bêguman wê dagirkerî jî her bidome. Îro dem dema berxwedan û bilind kirina têkoşînê ye. Di nava vê aloziya li Rojhilata Navîn de lazime ji her demê bêhtir em yekgirtî bin û xwedî plan û proje bin. Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Em ê her tim şopdarên riya şehîdan bin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna her du cangoriyan hatibû amadekirin, hate nîşandan.
Beriya ku merasîm bi dawî bibe, ji bo meşa girseyî ya ku wê roja Çarşemê li navenda Brukselê (Porte de namur) bi dirûşmeya “Rojava Biparêzin” bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.
Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.