Dorpêça li ser Mexmûrê li Toûloûseyê hate şermezarkirin

Hewldanên dewleta Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Mexmûrê, li bajarê Toûloûse yê Fransayê hatin şermezarkirin.

Bi daxwaza dewleta Tirk, hikumeta Iraqê ji 20'ê Gulanê û vir ve hewl dide bi têl û kûleyan dorê li wargeha Mexmûrê bigire. Hewldana dorpêçkirinê li Toûloûseyê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Fransiyên dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de belavokek li ser hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê hate xwendin.

Çalakgeran bang li hikumeta Iraqê kirin ku tavilê dawî li dorpêçkirinê bîne, penaberan biparêze û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.