Divê zext li Tirkiyeyê were kirin

Kolektîfa Hevgirtina Bi Kurdan a Navneteweyî diyar kir ji bo êrîşkariya dewleta Tirk were sekinandin ew ê hewl bidin li ser NATO û saziyên din zextan bikin.

Kolektîfa Hevgirtina Bi Kurdan a Navneteweyî ya ku parêzvana mafên jinan a Efrîkaya Başûr Fazela Mahomed û parlementerê berê yê Partiya Çepgir Jurgen Klûte hevberdevkiya wê dikin, di serê vê hefteyê de li hemberî êrîşên dewleta Tirk û ji bo hişyarkirina raya giştî bangek kiribûn.

Fazela Mahomed û Jurgen Klûte derbarê bang û plansaziyên xwe ji ANF’ê re axivîn.

Klute bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt got “Ev tişt di bin siya şerê Ukraynayê de tê kirin. Erdogan daxwaza Swêd û Fînlandiya ya ku ji bo bibin endamên NATO’yê bi kar anî. Ji ber nakokiya di navbera NATO û Rûsyayê dixwaze sûdê werbigire. NATO jî bêdeng dimîne, ji bo ku li hemberî Rûsyayê şer bike û piştgiriyê bide Ukraynayê pêdiviya wê bi Tirkiyeyê heye. Ji bo ku Erdogan êrîşî Kurdan bike, NATO’yê destûr da.”

Jurgen xwest ji bo ku êrîş were sekinandin divê zextên li ser NATO û civaka navneteweyî were zêdekirin.

Klute diyar kir Wezîra Karê Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock di serdana xwe ya dawîn de tiştên ku Tirkiye li hemberî Kurdan rexne kiriye û got “ Em ê jî bi wê re rûnên. Ji ber ku bi salan e cara pêşîn endameke hikumeta Elmanyayê li hemberî siyaseta dewleta Tirk mûxalefetê dike.”

KOLEKTÎF BERTEKA LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK E

Hevberdevka Kolektîfa Hevgirtina Bi Kurdan a Navneteweyî Fazela Mahomed jî diyar kir li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dike kolektîf hatiye avakirin û got “Rejîma Tirk êrîşên li ser gelê Kurd zêdetir kir, li hemberî van êrîşan jî kolektîf reaksiyoneke girîng e. Nayê qebûlkirin ku ji bo Erdogan êrîşên li ser gelê Kurd bidomîne û ceza nestîne. Em hewl didin NATO û rêxistinên din qanih bikin ku bila piştgiriyê nedin şîddeta ku Erdogan li ser gelê Kurd dike. Em dizanin ku Erdogan bi anîna aştiyê re eleqedar nabe, ji ber ku aştî ne li gorî berjewendiya wî ye. Ew dixwaze şer bidomîne û bandora xwe ya li Rojhilata Navîn zêdetir bike. Em ê diyalogê bi siyasetmedar û sivaka sivîl re deynin. Ji bo ku zext li ser Tirkiyeyê were kirin belkî em konferansekê bikin. Em dikarin heyetekê bişînin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Federe.”