Di êrîşa Îsraîlê de fermandarên Hîzbûllahê hatin kuştin

Piştî êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê ku weke bersivdanê pêk anî, Îsraîlê careke din êrîş bir ser Hîzbûllah a Lubnanê û gelek fermandarên wê kuşt.

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê li başûrê Lubnanê êrîşek pêk anî. Li gorî daxuyaniya artêşê "Fermandarê Hîzbûllahê yê sektora peravî Îsmaîl Yûsûf Baz" hate kuştin.

Çavkaniyên Hîzbûllahê jî diyar kir ku Baz di êrîşa Îsraîlê ya li ser gundê Ayn Baal de hatiye kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê ku li hedefên Hîzbûllahê yên li başûrê Lubnanê xist, Yûsûf Baz "Di plankirina êrîşa bi fuzeyan a li ser Îsraîlê de hebû."

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (ANÎ) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li Ayn Baal de kesek hate kuştin û diyar kir ku li Şehabiyeyê jî ku bi deh kîlometreyan dûrî herêmê ye li hemberî 2 wesayitan êrîşeke din hate kirin û hin kes hatin kuştin.

Hîzbûllahê jî diyar kir ku Baz û du şervanên din di êrîşa Îsraîlê de hatine kuştin, lê belê agahiyên berfireh neda.

Êvara Sêşemê jî artêşa Îsraîlê ragihand ku ji fermandarên Hîzbûllahê Muhammed Huseyîn Mûstafa Şahhûrî û şervanê Hîzbûllahê Mahmûd Îbrahîm Fadlallah li Kfar Dûnîn a Lubnanê di êrîşa hewayî de hatin kuştin.