Derbarê êrîşên li ser Rojava de pêşniyazpirs pêşkêşî Wezîra Swêdî kirin
Li Swêdê Parlementerê Demokratên Sosyal Kadîr Qasirga derbarê gefa qirkirinê ya Heleb û Şehbayê li ser Kurd û Xiristiyanan, pêşniyazpirs da Wezîra Karên Derve yê Swêdê.
Li Swêdê Parlementerê Demokratên Sosyal Kadîr Qasirga derbarê gefa qirkirinê ya Heleb û Şehbayê li ser Kurd û Xiristiyanan, pêşniyazpirs da Wezîra Karên Derve yê Swêdê.
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên paramilter ên girêdayî wî yên li ser Rojava û Sûriye di rojeva cîhanê de ye.
Parlementerê Demokratên Sosyal a Swêdê Kadîr Kasirga êrîş û gefên qirkirinê yên li ser Kurdan û gelên din ên li Heleb û Şehbayê kir rojeva parlementoyê.
Parlementer Kadîr Qasirga pêşniyazpirs da Wezîra Karên Derve yê Swêdê Maria Malmer Stenergard û diyar kir ku HTŞ’ê gelek çeteyên DAÎŞ’ê di nava xwe de dihewîne û hêzên qirker ên jenosîda Şengalê kirin bi navekî din dîsa derdixin holê.
Kasirga diyar kir ku gefên HTŞ’ê yên li dijî Kurd, Xiristiyan û komên ne Misilman ên li Helebê cihê fikarê ye û di dewama pêşniyazpirsê de wiha got, “Ez bi berçavgirtina beşdariya Swêdê li koalîsyona navneteweyî ya li dijî terorîzmê û bi awayekî xurt lêkombûna li mafên mirovan ji Wezîra Karên Derve yê Swêdê Maria Malmer Stenergard diprsim; hem di forumên dualî û hem jî navneteweyî de planên hewldanê yên çawa dike?