BI DÎMEN

Şebnem Korûr Fîncanciyê xelata mafên mirovan stand

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci hêjayî ‘’xelata mafên mirovan’’ hate dîtin ku xelat ji bo bîranîna mafparêzê Fransî Jacques Ribs cara ewil tê dayîn. Xelat bi merasîmekê hate dayîn.

XELATA MAFÊN MIROVAN

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ya seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk hêjayî ‘’Xelata Mafên Mirovan a Jacques Ribs’’ hate dîtin ku xelat cara ewil îsal ji aliyê Weqfa Rene Cassin- Enstitûya Mafên Mirovan ve hate dayîn.

Merasîma xelatdayînê li bajarê Strasbourg ê Fransayê hate lidarxistin û Şêwirmendê Hiqûqê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yê berê Vincent Berger û Serokê Weqfa Rene Cassin Emmanuel Decaux jî tevlî merasîmê bûn.

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci di merasîmê de axivî û diyar kir ku parastina mafên mirovan divê bibe erka sereke ya hemû mirovan û got: ‘’Bi standina vê xelatê ez gelekî kêfxweş im. Divê em li dijî binpêkirinên mafan û ji bo jiyaneke aram têkoşîna xwe mezintir bikin.’’