Êrîşên dagirkeriyê li du bajarên Swîsreyê hat protestokirin

Êrîşên dagirkerî û bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser Kurdistanê didomîne, li bajarên Solothûrn û Lûzernê yên Swîsreyê hat protestokirin.

Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla pêk tîne, li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Komîteta Rojava ve li ber Katerala St Ûrzen hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên li ser hatibûn nivîsîn “Çima Swîsre li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî bê deng e” û “Em li dijî terora çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê, Kurdistanê bi parêzin” hatin hildan û her wiha belavokên bi Elmanî hatin xwendin.

Şandeyek ku ji Komîteya Piştevaniya bi Rojava, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, PYD û Partiya Sosyalîst pêk dihat, îro li parlamentoya Kantona Lûzernê bi serokên kantonê, partiya siyasî û parlamenterên wê re hevdînek kir.

Şandeyê dosyaya ku têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, pêşkêşî serokê kantonê kir.