Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

Kalkan: Li dijî şerê taybet pêwîstî bi şerê şoreşgerî heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku her kes li gorî ruhê berxwedanê yê Wan û Şirnexê divê xwe nû bike û got, "Li dijî şerê taybet pêwîstî bi şerê şoreşgerî heye."

NIRXANDINÊN DÛRAN KALKAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya televîzyona Medya haberê bû, tecrîda li Îmraliyê, pêngava azadiyê ya li hemberî vê yekê, pêvajoya hilweşînê ya faşîzma AKP-MHP'ê, şerê gerîla, şerê taybet ê li dijî jin û ciwanan û ruhê berxwedanê yê li Wan û Şirnexê li dijî vê yekê hate nîşandan, her wiha şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand.

Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

Beriya her tiştî ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Tecrîd didome. Ev 37 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji Îmraliyê agahî nayê girtin. Sala sêyemîn qedand. Ket sala çaran. Sê sal û mehek derbas bûn. Yanî der barê vê mijarê de tu daxuyanî ji saziya ji Îmraliyê berpirsyare nîne. Her kesî ev rewş pejirand û beşdar bû. Wisa dixuye ku bi hev re dimeşînin.

Saziyên wekî saziyên Ewropayê û Konseya Ewropayê di avakirina vê derê de cih girtin, biryar girtin. Ew jî dişibin saziyên demokratîk ên Ewropayê. Lê pir eşkere ye ku ew dipejirînin. Ev hinekî jî bi cezayên dîsîplînê wek qanûnî hat veşartin. Ji ber vê me got têkoşîna hiqûqî girîng e. Niha ne tenê van encaman dide, Îmralî ketiye sala xwe ya 26’an. Divê di sala 25’an de rewşa Rêber Apo bihata nirxandin. Lê ev yek nehat kirin. Çima? Hincete wisa jê re dîtin.

Ji bo vê yekê rojên borî li Parlamentoya Ewropayê konferansek hat lidarxistin. Parêzerên navdar li wir amade bûn. Ev watedar bû, girîng bû. Divê em zêdetir konferansên wiha li dar bixin. Eşkere bû ku li Îmraliyê tiştekî hiqûqî nîne. Hemû binpêkirinên bi vî rengî têne veşartin û berdewam kirin. Hewceye zêdetir bê eşkerekirin, ji bo vê jî têkoşîneke xurtir hewce ye. Li Strasboûrgê wê xwepêşandaneke girseyî ya mezin bê lidarxistin. Di çapemeniyê de hat ragihandin. Daxuyanî hat dayîn. Wan pîroz dikim û ji hemû beşdaran re serkeftinê dixwazim. Li pêşiya saziyên ji Îmraliyê berpirsyar in wê çalakiya protestoyî bê lidarxistin.

Divê em vê rewşê tenê weke kiryarên dewleta Tirk, AKP û MHP'ê nebînin. Belê, berpirsyariya vê yekê dikin, lê saziyên din jî ji vê yekê berpirsyar in. Di vî warî de em dikarin vê bibêjin; divê têbikoşin. Divê em her roj têbikoşin. Divê her Kurd di nava çalakiyan de be. Heke me tînin asta ku em agahiyê ji Rêbertiyê nagirin, bi vî awayî qaşo dibêjin qey wê têkiliya bi Rêbertiyê lawaz bikin û hêvî dikin ku qut bikin, berovajî vê yekê divê em 24 saetan bi Rêbertiyê re bijîn. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 24 saetan bifikirin, nîqaş bikin û têbikoşin. Divê em di çalakiyê de bin. Divê hemû Kurd li ku dibin bila bibin, jin, mêr, ciwan û mezin divê di nava çalakiyan de bin. Divê em gav bi gav mezin bibin û kampanyaya azadiyê ya cîhanî, pêngava azadiyê ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike armanc û çareseriya pirsgirêka Kurd pêşbîn dike, berfireh bikin. Divê em mezintir bibin.

Di vê wateyê de geşedanên girîng hene. Di heyama derbasbûyî de çalakî û bûyerên girîng qewimîn. 8’ê Adarê pîrozbahiyên jinan bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi tevahî bûn yek û gihîştin lûtkeyê. Bi rastî jî hate gotin ku qonaxa duyemîn a pêngava azadiyê wê bibe qonaxa yekitiya girseyî. Rewşeke wiha qewimî. Di Newrozê de bi deh milyonan mirov herikîn qadan û ev Newroz bû yek ji pîrozbahiyên Newrozê yên herî biheybet. Bi tevahî bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bû yek. Li qadan ev dirûşm hat brzkirin. Ew rewşek pir girîng bû. Gelê Kurd helwesta xwe nîşan da. Hema bêje weke kongreyê îradeya xwe îlan kir û got, bê Rêbertî jiyan nabe, em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Encamên van hemûyan di hilbijartinên 31'ê Adarê de derket holê. Divê hilbijartin bi vî rengî were nirxandin. Zîhniyet û polîtîkaya tecrîd, faşîst, mêtinger û qirker di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de derbek kujer xwar. Êdî AKP’ê ji yek partîbûnê derket. Hikûmetê piraniya xwe winda kir. Bi hevalbendên xwe û bi tifaqa ‘Cimhûr’ re ev rewş wenda kir. Ev jî rewşeke girîng bû. Pîrozbahiya 4'ê Nîsanê bi vî rengî pêk hat. Pêwîst e ev berdewam bike. Pêwîst e her roj û her cihî bikin qada çalakiyê. Divê her kes li çalakiyê bifikire û li ser têkoşînê bisekine. 1’ê Gulanê li pêşiya me ye. Bi rastî divê em 1’ê Gulanê bikin lûtkeyek nû, em pêngava azadiyê bigihînin lûtkeyê. Divê em li her derê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin. Ger di Newrozê de 8’ê Adarê biqîrin, ger Rêber Apo bû rêberek ku Newroz nû kir û wate da 8’ê Adarê, di 1’ê Gulanê de keda herî mezin a Rêbertî ye. Ji ber vê yekê divê 1’ê Gulanê bibe roja bîranîna Rêber Apo. Lewma divê hemû Kurd li ku dibin bila bibin, qadên 1’ê Gulanê tije bikin û dakevin qadan. Divê li her derê beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin. Divê pêşengiyê bikin, li her derê bi karker û kedkaran re bibin yek, bi gel re bibin yek û pêngava azadiyê di asta cîhanê de bigihînin qonaxeke nû. Ev pêwîst e, bi taybetî jî 1’ê Gulanê li hemû cîhanê firsendek e ku vê yekê bikin. Ji ber vê yekê em vê rewşê bi baldarî binirxînin. Divê êdî her kes xwe amade bike, têkiliyan deyne, xwe birêxistin bike, çi hewce bike bike. Lê bila em 1’ê Gulanê bikin roja ku hemû karker û kedkar, hemû hêzên çep ên sosyalîst, hemû bindestan, jin û ciwan li hemû cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin. Werin em bi rastî di 1’ê Gulanê de pêngavê derxin lûtkeyê. Helwesta me, banga me ev e û em bawer dikin ku dê wiha be. 1’ê Gulanê li gelê me, karker û kedkaran û hemû gelên bindest pîroz dikim û ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.

ENCAMÊN HILBIJARTINÊ Û AMADEKARIYÊN ŞER

Yekemîn tişta ku divê AKP bike ew e ku îstifa bike. Ger li Tirkiyeyê di rehên AKP’ê de piçek demokrasiye jî hebe, ya yekem ew e ku AKP îstifa bike û Tayyip Erdogan jî îstifa bike. Mînak, ew dibêjin em dewleteke Ewropî ne û xwe dişibînin Ewropayiyan. Ev sed sal in vî karî dikin. Li ku derê Ewropayê jî, ger hikûmetek, serokwezîr û serokkomarek bi vê rewşê re rû bi rû bima, yekem tişta ku ew ê bikin dê îstifa bûya. Hûn bala xwe bidinê, ew qet tune. Tayyîp Erdogan peyva ‘dawî’ bi kar anî. Bi rastî jî têkçûna xwe di hişê xwe de derbas kiriye, rastî dîtiye, lê derdor wî neçarî îstifayê nake. Wî got: ‘Ev ne têkçûn e’. Ew li ser têgeha têkçûnê fikiriye yan na? Hûn li wê binêrin. Ev tê wê wateyê ku ew li ser wê fikirî ye. Di dil û hişê wî de derbas bûye. Ji ber vê yekê wî ew dît. Hewl dide derdor bixapîne. Bi rastî jî dixwaze bibêje; ‘Wê wisa bibêjin, min rê li wan girt’. Em nizanin hêzên cuda wê niha çi bikin. Ji ber vê yekê, ew ê zorê bidin hilbijartinek pêşwext an ji wî bixwazin ku îstifa bike? Hêzên ku siyasetê dikin diyar in. Em ê şer bikin. Em vê yekê bi tercîh nakin. Em hem di hilbijartinan de hem jî bêyî hilbijartinan têdikoşin. Ji ber vê yekê em tevgereke wiha ne.

Bi rastî jî rêveberiya Tayyîp Erdogan ji bo AKP'ê çi bike li hêviya vê yekê bû. Armanc ew bû ku ji vê hilbijartinê encamekê bi dest bixe, xwe weke partiya ku di hemû hilbijartinan de bi ser ketibû bide nîşandan û bi atmosfer û hêza ku afirand, pêngaveke nû ya êrîşa dagirkeriyê ya ku tevahiya zivistanê bidomîne amade kiribû. Ji ber vê jî bi NATO û DYE’yê re ewqas bazar kirin. Ji bo ketina Swêdê ya NATO’yê destûr û piştgirî standin. Serê zivistanê ne Bexda û ne jî Hewlerê terikandin. Bi Îranê re axivîn û ew ê hîn jî wisa bikin. Belê, tê gotin ku ew ê di 22’yê Nîsanê de here Bexdayê. Piştre ew ê biçe Emerîkayê û hewl bide ku piştgiriyê bibîne. Lewma hêvî û hesabê wî wiha bû. Eger di hilbijartinê de bi ser biketan, wê dagirkeriya navborî bi bayê ku dayê û piçekî rewabûnê li her qadê êrîşên qirkirinê bi pêş bixista. Hem ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve hem jî ber bi qadên din ve. Lê helbet di vê hilbijartinê de şikestineke giran xwar. Berê jî di şer de şikest xwaribû. Di tevahiya zivistanê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derb lêxistin. Bi gotineke din, wî têkçûna xwe ya leşkerî ragihand. Niha piştî ku di hilbijartinê de têkçûneke siyasî dît, kete rewşeke lawaz. Di vî warî de lawazbûneke cidî heye.

Di warê leşkerî û siyasî de însiyatîf wenda kir û derbeyek xwar. Niha dikare çi bike? Tu çareyek din nîne. Heger ew jî demokrat bûya, wek ku min got, dê îstifa bikira. Ji ber ku ew ê vê yekê neke, wê bi rê û rêbazên cûrbecûr hewl bide ku desthilatdariya xwe bidomîne. Yekane çareseriya vê jî şer, êrîş, zext û zordariya faşîst û teror e. Bi vê yekê re wê hewl bide hemû dijberan bêdeng bike. Wê bi vê yekê hewl bide her kesî bixapîne. Li ser vê yekê hikûmet dê hewl bide temenê xwe hinekî din dirêj bike. Çareya wî nemaye. Rewşeke wisa ye ku di rewşa heyî de rêveberiya Tayyîp Erdogan hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de derbek xwariye û hêza xwe wenda kiriye. Çawa ku dixwaze nikare êrîş bike û hem jî hewcedariya wî bi êrîşê heye. Ger êrîş neke, terora faşîst hîn mezintir neke, şensê wê yê jiyanê namîne. Derfeta dirêjkirina jiyana wî tune ye. Ew tengasiyek wisa dijî. Dixwaze êrîş bike, heke êrîş bike nikare ji nav derkeve. Êrîşa wî jî kilît bûye. Weke ku me got, ev hikûmet wê di çolê de asê bimîne. Ew ê bi polîtîkayên ku dişopîne, bi polîtîkayên êrîşê yên li dijî Kurdan, dagirkerî û qirkirinê re jî vê bijî. Xala ku em niha gihîştine ev e. Di vê rewşê de, ew bi rastî hewl dide ku rewşê hinekî xilas bike. Hewl dide şikestinan piçekî sivik bike, nefesê bide, ber bi şerên mezintir ve bibe û ji bo hêzan tiştên xapînok biafirîne. Hewl dide here Bexdayê, here Emerîkayê. Bi gotina, ‘Ez çûm wir, ez çûm vir, min piştgirî ji her kesî girt’ dixwaze derdorên xwe ji êrîşên ku dê bike re amade bike. Ev wisa xuya dike. Ma ev dê bibe çareseriyek? Ew têkoşînek e. Em ê bibînin. Em dibêjin wê nebe. Bi rastî, ew di dema xwe ya dawî de ye. Ger hikûmeta AKP’ê bike, wê êrîşên xwe yên dawî bike. Her tim digotin ev hewldana dawî ye. Herî zêde wan ev têgîn bikar anî. Lê niha ew bûye têgîna ku herî baş a li gorî wan tê. Wê hewldanên wan a dawî be. Li ser vê bingehê wê dîsa hewl bide piştriyê bibîne. Zehmet e, nikare bibîne. Me beriya niha behsa vê kiribû. Çima rêveberiya Iraqê, hêzên Başûrê Kurdistanê û hêzên mîna wê piştgiriyê bidin hêzeke ku di warê siyasî û leşkerî de ewqas derbe xwariye? Çima ew ê piştgiriyê bidin dagirkerekî ku ewqas axa wan dagir kiriye? Her wiha rêveberiya Tayyîp Erdogan cihên ku diçe li wir pirsgirêkan derdixe. Pirsgirêka herî mezin Tayyîp Erdogan bi xwe ye, fikir û hebûna wî ya siyasî ye. Yê ku heta niha tevlîheviyê çêdike ew e. Bi vî awayekî ewqas dizî, şêland û xapandin û xizmên xwe xistin nav dewlemendtirîn mirovên cîhanê. Çima ew ê piştgirî bidin vê? Ew nakin. Dibe ku bixwaze ji valahiya li DYE’yê sûd werbigire. Valahiya çi? Valahiya hilbijartinê. Hilbijartin hene. Ew ê di siyasetê de çalak nebin. Derbarê endamtiya Swêdê ya NATO’yê de jî hin soz dan. Ew ê hewl bide ku wan careke din bicivîne û êrîşeke wiha bike. Bi kurtasî, di pozîsyoneke lawaz de derbê dixwe, dê bêçare êrîş bike. Divê em vê bibînin. Divê em amade bin. Ya girîng ev e. Em weke tevger li ser vê bingehê nirxandinekê dikin. Divê her kes vê bizane. Divê hemû welatparêz, gelê me, her kes bizanibe. Divê em hemû amade bin. Divê em di vê êrîşa dawî ya gengaz de faşîzma AKP-MHP’ê bifetisînin. Divê armanca me ev be. Ew ê di êrîşa xwe ya dawî de bifetisin û hilweşin. Divê em vê yekê bibêjin û ji bo vê jî divê her kes di asta seferberiyê de xwe amade bike û beşdarî vê pêvajoya nû ya berxwedanê bibe.

ENCAMÊN HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Berî her tiştî, em vê yekê diyar bikin. Kurdistan rê neda faşîzmê, gelê Kurd weke hemû hilbijartinên berê careke din vîna xwe ya azadîxwaz û demokratîk bi awayekî zelal nîşan da. Diyar kir ku ew azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Ev rewşek zelal û eşkere ye. Li ser vê bingehê encam girt. Lewma li hinek cihan dibêjin AKP şaredarî bi dest xist. Wî jî dixwest bi zorê ser bikeve. Lê ew hemû hîle ne. Me dît, xapandin li ber çavan hat kirin. Dev ji vê yekê berdin ku hilbijartin wek dewlet hatin kirin, ev qas deng bi zelalî hatin guhertin, sextekarî hatin kirin, li ser sindoqên sextekarî kirin, mirov wek koleyan li dû hev rêz kirin, birin û li ser sindoqan deng dan. Bi rastî jî serdema koletiyê êdî di bin desthilatdariya AKP’ê de bûye şiklê dengdayînê. 

Li ser vê bingehê, beriya her tiştî ez vê helwesta gelê Kurd pîroz dikim, helwesta gelê me, helwesta wî ya azadîxwaz û demokratîk silav dikim. Îradeyeke mezin nîşan dan û qeyûm paqij kirin. Gotin şaredarî mala me ne û bi ser ketin. Ji bo bikin mala gel bi ser ketin. Me bi rastî ew pênase girîng dît. Gel xwedî lê derket, yanî bi hewayeke cejnê dest bi tamîrkirina şaredariyên xwe kirin. Divê her tim wiha be. Divê veguhere maleke giştî. Divê vîna gel hebe. Divê civak ji wir karê xwe bike. Divê hevşaredarên hatine hilbijartin bi gelên ku li ser vê bingehê wan kordîne dikin re bibin yek û yekgirtî bin. Ji ber vê yekê divê veguhere qada rêxistinbûnê. Ma wê dîsa xesp bikin? Bêguman wê li ber xwe bidin. Wan di vî warî de ji bo her kesî rewşeke mînak e. Di pêvajoyên berê de ev yek pêk nehat. Ji niha û pê ve tu rê nedin qeyûman û xespkirinê. Helwesta gelê Wanê û hêzên demokratîk ev yek bi awayekî vekirî nîşan da. Ji ber vê yekê ev dikare li her derê were kirin.

Divê her kes li dijî êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê amade bin. Divê gel amade be, hevşaredar jî amade bin. Bi gotineke din, divê bikaribin demokrasî û demokrasiya xwecihî bi awayekî herî xurt bikin qada rêxistinê. Divê li hemberî her cure êrîşên faşîst, qirker û mêtinger xwe amade bikin. Wê berxwedan hebe. Bêyî berxwedanê wê ti der teslîm nebe. Her wiha şaredarî tê wateya birêxistinkirina gel. Ev tê wê wateyê ku mirovên rêxistinkirî karê xwe dikin. Ger gel biryara tiştekî girtibe, dengekî rêxistinkirî were û bi zor û şîdetê avahiyekê dagir bike, ev xebat ger ne li avahiyeke din be, dikarin li kolanan bên kirin û ev xizmet wê bê domandin. Divê her kes bi vî awayî nêzî pirsgirêka şaredariyê bibe ku beşek girîng a rêveberiya xwecihî ye. Divê bi vî awayeî nêzîkî serdema nû bibin.

Ya din jî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Em bala xwe didin vê rewşê. Li ser vê yekê ez vê bêjim. Hin derdor digotin ku faşîzma AKP-MHP'ê li herêmên cuda yên Tirkiyeyê gelekî bi bandor e, girseyeke faşîzan derketiye holê, mejiyê mirovan hatiye şûştin, hişmendiya nijadperest û şovenîst tije bûye û guhertin gelekî zehmet e. Di vê hilbijartinê de ev feraset hilweşiya. Eşkere bûye ku civaka Tirkiyeyê ji guhertinan re vekirî ye. Yanî hin keriyên wisa hene? Helbet heye. Lê ew ne pirsgirêk in. Bila ji bilî wan yên din jî bibînin. Ew hindikahiyek pir piçûk in. Piraniya mezin bi rastî di nava lêgerînê de ne. Krîza ku di encama dijminatiya li Kurdan û polîtîkayên şer ên faşîzma AKP-MHP’ê de derketiye holê, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Ew birçî ne. Ew li çareyekê digerin. Zilmek mezin heye, teror heye. Mirov nikare nefesê bigire. Bi gotineke din, eger vê yekê bigihînin civakê, li seranserê Tirkiyeyê mirov dikare bên agahdarkirin û bên birêxistinkirin. Dibe ku li Behra Reş be, dibe li Anatoliya Navîn be. Dikare li her derê be. Eşkere bû ku bûyerên ku li cihên ku ne mimkun dihatin dîtin diqewimin, dibe ku ji ber encamên wê rû bidin. Wê demê divê hêzên demokrasiyê, DEM Partî, partiyên din, hemû Tifaqa Ked û Azadiyê û tevgereke berfireh a aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê bê pêşxistin. Jixwe li Kurdistanê sîstemek heye. Mirov karê xwe li wir dimeşînin. Di nava wan de tevgerîn ne jêhatîbûn e. Ya girîng ew e ku mirov bigihêje qadên nû, berfirehtir bike, kesên xwedî nêrînên cuda ber bi heqîqetê ve bikişîne û bi propagandayê wan perwerde bike û ramanên azadîxwaz ên demokratîk di wan de ava bike. Di vî warî de divê hemû derdorên siyasî û partiyên heyî yên li Tirkiyeyê vê rewşê weke avantajê bibînin û di asta seferberiyê de xebatên propaganda û rêxistinkirinê bimeşînin. Ji ber vê yekê rewşeke zelal heye. Jixwe xebateke bi vî rengî hem wê alîgiran bibîne, hem jî wê di zûtirîn demê de vê rêveberiyê hilweşîne, hem jî wê rêveberiyeke demokratîk a alternatîf pêş bixe. Divê ev bê gotin. Li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoya demokratîkbûnê, hişmendiya demokratîk, rêxistinbûn û çalakî wê pêş bikeve. Ji niha û pê ve faşîzm wê hilweşe, hemû bandorên wê ji holê rabin û demokratîkbûn pêş bikeve. Azadiya Kurd di vî alî de bû bingehek. Çi kirin, çi qas zext û zorê li wan kir jî gelê Kurd paşde gav neavêt. Ev motora demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Li ser piyan ma û bi awayekî zindî sekiniye. Divê em li seranserê Tirkiyeyê, li hemû bajaran li ser vê bingehê xebatê bimeşînin. Ji Stenbolê heta Îzmîrê, ji Enqereyê heta Çukurovayê, heta Behra Reş, li taxên mezin û biçûk, li karker, kedkar, jin û hemû beşên civakê divê biçin her qadên jiyanê. Pêwîst e ku mirov ji her zayend, reng û baweriyê bigihîne hev. Pêwîste mirov ev zîhniyet, siyaset û pergala faşîst, qirker, mêtinger ji wan re vebêje û demokratîkbûyîn ji wan bixwaze. Rê li ber vê hatiye vekirin. Dikarim bibêjim kî bike wê bi ser bikeve. Ev hêza ku dibêje ‘Ez welatparêz im, demokrat im, şoreşger im’ divê vê bike. Li ser vê bingehê tevgera demokrasiyê dikare bi hêz pêş bikeve. Niha jî dibêjin me ev qas şaredarî bi dest xistin, em evqas dengan distînin. Ger wisa bûya bloka demokrasiyê dê ji sedî 20 û 30 bigirta û bibûya partiya yekem. Wê bibe bloka yekem. Ji ber ku bingeha herî mezin ew in.

Ji aliyê din ve CHP piştî têkçûna Kiliçdaroglu, di bin serokatiya Ozgur Ozel de ketin hilbijartinê û rewşeke nû derxist holê. Bû partiya yekem û berpirsyarî girt ser xwe. Ji ber vê yekê 50 sal berê Ecevît jî tevgerek wiha kir. Lê ji aliyê îdeolojîk ve jî nikarîbû nûbûnekê biafirîne, ji ber ku nekarî li ser zihniyet û polîtîkaya bi navê îdeolojiya fermî ya ku di esasê xwe de tê wateya qirkirina çandî û di dijminatiya li Kurdan de cih digire, bi ser bikeve. Ewqas ked da, zehmetî kişand, lê binêre, şopek jî nema. Gelo niha derfet û şensek ji bo CHP’ê heye? Em nizanin ka rêveberiya Ozgur Ozel bi rastî dikare vê rewşê derbas bike yan na. Mirov dixwaze bi ser bikeve. Gelo ew dikare wê zîhniyet û siyasetê bi ser bikeve? Damezrandina komarê heye, lê ev komar ne demokratîkbûn e. Ji ber vê yekê di rastiyê de komar tune bû. Her tim jê re rêveberiya wesayetê dihat gotin. Ew bi xwe dibêjin, me negot. Di bin wesayetê de ma. Di rastiya xwe de nikarîbû bibe komar. Gelo niha komar çêdibe? Ji bo ku bibe komar, guhertina zîhniyet û siyasetê pêwîst e. Ev zîhniyet û siyaset çi ye? Dê komara rasteqîn bixin hundirê xwe û bi rastî jî dê demokratîkbûna komarê bixwazin. Ew ê dilsozê pîvanên berî kêm ên demokrasiyê bin. Gelo ew ê karibe bernameyeke wiha derxe pêş? Ger ku bernameya demokrasiyê ya herî kêm were danîn, pirsgirêka Kurd a ku hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê jê derdikevin û li ser bingehê xwe ne. Weke şer derdikeve, weke krîza siyasî derdikeve pêş, weke krîza aborî derdikeve pêş. Bila hay ji xwe hebin, li Îmraliyê bi tecrîdê derdikeve holê. Gelo wê karibe li ser van mijaran polîtîkayên nû pêş bixe? Gelo ew ê bikaribe gavên pêbawer ên ku rê li ber demokratîkbûn û çareseriya demokratîk a pirsgirêkan veke û zemînê çêbike bavêje? Em dixwazin ku gavan bavêje, em bi rastî jî dixwazin.

Di rêveberiyê de hinek li ser navê Partiya Gel a Komarê dîrokê berovajî dikin. Rastiyê nabêjin. Hewl didin Kurdan weke dij komarê bidin nîşandan. Hewl didin vê yekê weke dijberê îradeya Komarê nîşan bidin. Dixwazin dij-Kurd, komkujiî û qirkirinên ku 100 sal in li ser Kurdan dimeşînin bispêrin vê bingehê. Ev ne rast e, xelet e, derew e. Ev nerastin. Werin em dîsa ji nêz ve li rastiyên dîrokî binêrin. Kurdan li dijî dagirkeriya Îngîlîz û Fransayê şer kirin. Wan ev erd parastin. Yên ku herî zêde piştgirî dan şerê li dijî dagirkeriya Yewnanistanê, Kurd bûn. Hin kesên bi şovenîzma Tirkan tijî bûn, gotin ku dema dagirkeriya Yewnanan nêzî Eskîşehîrê bû, bila Enqereyê biterikînin û birevin Erziromê, nûnerên Kurdan jî gotin ku wê gavek jî paşde neyê avêtin. Enqere wisa parastin. Kî dikare vê înkar bike? Em hemû jî vê yekê baş dizanin. Di avakirina Komarê de Kurdan keda herî mezin dan. Ji ber vê yekê nêrrînên Kurd li dijî îradeya damezrandina komarê ne, xelet û derew in. Komarê Kurdan neparast. Komar nekarî bibe komar û nekarî helwesteke demokratîk pêş bixe. Dema ku bi Kurdan re ev tifaq kirin, wan biryarên ku girtine pêk anîn. Diçûn otonomiyê bidin Kurdan. Her cure soz dan û xistin nava Destûra Bingehîn, lê piştre hemû guhertin. Niha di Destûra Bingehîn a dawî de xaleke wiha bi cih kirine ku ji bo înkarkirina Kurdan rastiya Tirkan jî tê înkarkirin.

Dîroka Tirkiyeyê tê înkarkirin. Çi tê gotin? Her kesê ku bi rêya welatîbûnê ve girêdayî Komara Tirkiyeyê ye, Tirk e. Ev Tirk e. Komara Tirkiyeyê sed sal e heye. Îcar ma Tirk sed sal in li vir in? Ma sed sal berê li vê dinyayê Tirk tunebûn? Heke civakek sed salî be, ne tiştek e. Ger ew civak nebûya dê çêtir bûya. Dibe ku ewqas înkarkerên dîrokê hebin. Bi gotina em kesên din înkar bikin, bi vê zîhniyeta înkarker, qirker diçe xwe înkar dike. Her wiha navê vê xalê nayê guherandin, guherandina wê jî nayê nîqaşkirin. Ew nayê pêşkêş kirin, nîqaşkirin, an daxwaz kirin. Lewma xwestin sûcê herî mezin e. Lê xal bi xwe jî Tirkbûnê înkar dike. Em ewqasî ji rastiyên razber û rûbirû dûr ketine. Ne hewce ye ku pir dirêj bikim. Her kes van dizane. Ev derdorên desthilatdar, hêzên desthilatdar her tiştî baş dizanin û bi zanebûn dikin. Ji ber vê yekê dê aştiyek hebe, hin rêgezên herî kêm ên demokratîk ên ku werin şopandin ve girêdayî bimînin? Bi rastî em dixwazin vê bibînin. Heke ev yek were dîtin helbet wê piştgiriyê jî bibîne. Lê di vê mijarê de ne hewce ye ku bêtir bimeşin. De ka em bibin hikûmet, ji me re dem lazim e. Tiştekî wisa tune. Niha hêz çêbûye. Divê li ser çi bikin helwestek berbiçav were girtin. Ger wisa be, dema ku CHP bikaribe xwe nû bike û demokratîk bike, bi rastî dikare dîsa rolekê bilîze. Û yek ji hêzên ku di vê hilbijartina dawî de rol lîstiye CHP ye. Em bêjin ger wisa bibe dê çêtir be.

BANDORA ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN

Di serî de ez hemû şehîdên HPG û YJA Starê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, di şexsê şehîdê me yê herî dawî yê Dersimê hevrê Eser Warşîn de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa 16’ê Nîsanê salvegera şehadeta Hozan Sefkan û hevalên wî ye. Dîsa 17’ê Nîsanê salvegera şehadeta hevrê Ezîz Ereb e. Ez di şexsê Hozan Sefkan û hevalên wî de hemû şehîdên me, di şexsê hevrê Ezîz de hemû şehîdên me yên Ereb bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Di heman demê de salrojên Enfalê tên jiyîn. Ez wan kesên ku di êrîşên diktatoriya Seddam Huseyin li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne û hemû şehîdên Enfalê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Gerîla bi rastî jî mohra xwe li vê pêvajoyê da. Rewşa siyasî ya ku niha derketiye holê bi operasyonên şoreşgerî yên ku di tevahiya zivistanê de pêşxistiye amade kir. Di pêşxistina pêngava azadiyê de keda herî mezin da. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bingeha têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê avêt. Derbên gerîlayan yên ku li faşîzma AKP û MHP’ê dan û di aliyê lekşerî de wê têk bir, di hilbijartinên xwecihî de anî asta têkçûnê. Divê her kes vê bizanibe. Lewma ew operasyonên şoreşgerî pir girîng bûn, pir watedar bûn. Û pir serketî bû. Tiştekî ku tu kesî nedikarî bike bû. Me berê jî gotibû, tu kes nikare weke gerîlayên HPG û YJA Starê şer bike. Nikarin li cihê ku şer dikin bisekinin. Di şert û mercên gerîlayên HPG û YJA Starê de ti artêş nikare bijî. Li tunelên Zap, Avaşîn, Metîna, di nava tîman de ti hêzeke leşkerî nikare li ber xwe bide. Ne artêşa DYE, ne Çîn, ne Rûsya û ne jî hêzeke din nikare vê bike.

Li pêş çavan e bê artêşa Tirk ketiye çi halî. Artêşa duyemîn a herî mezin a NATO'yê qaşo weke artêşeke hêzê dide NATO'yê dihate dîtin. Niha em dibînin bê ketiye çi halî. Berî çend rojan di çapemeniyê de hate weşandin, we jî lê temaşe kirin. Yanî ketine nava Sendroma Girê Amediyê. Sendroma Zapê ji xwe hebû. Berî niha sendrom bi ser sendromê dijiyan. Sendroma Nisêbînê, sendroma Kurdistanê. Artêşa Tirk 40 sal in timî têk diçe. Gotinek heye ku dibêje, pehlîwanê têkçûyî ji pêşbirkê têr nabe. Bi wî rengî timî dubare dike, dibêje wê operasyonê bike, têk bibe, terorê biqedîne. Hîn jî Tayyîp Erdogan rabûye dibêje ez ê vê havînê hemûyan biqedînim. Çend havîn derbas bûn? Tu bîst û du sal in li ser desthilatdariyê ye, ma wê nepirsin, di bîst û du salan de ewqas havîn derbas bûn tu li ku bû? Kes wê ji wê gotina te bawer neke. Tê gotin, kes naxwaze bê Girê Amediyê. Bi sedan îstifa kirine. Ew bi xwe zanin, hinek hene întihar kirine. Hinekan nexweşî ji xwe re kirine hincet. Lê belê kes naxwaze li wir bisekine. Ew yek hate dîtin. Yanî qewimî, çalakiyeke zindî bû. Fîlmê şer ê herî zindî yê dîrokê bû. Li hemberî wê derb, sekin û coşa gerîla kî dikare bisekine? Yanî xwezayî ye. Divê mirov wan mirovan nebaş neke. Divê mirov ji wan kesên ku wan mirovan dişînin wê derê re bibêjin nebaş e. Ew berpirsyar in, bila ew bi xwe biçin. Di nava wê têkoşînê de bila ew jî bên û bi xwe bibînin. Bila zarokên Tayyîp Erdogan bên. Piraniya wan leşkerî nekirine. Kê dixapînin? Canê mirovan bi pereyan dikirin. Dişînin mirinê, xelkê dişînin mirinê. Ew mirov di çi halî de ne? Diqîrin. Zivistan ji bo wan bû mîna dojehekê. Zap li faşîzmê bû goristan, bû dojeh. Ev yek rastiyeke li pêş çavan e. Me gotibû ku wê bi vî rengî bibe û divê negihêje vê astê. Lê belê kesî nexwest guh bide û nexwest fêhm bike. Niha gerîla ji van bûyeran hemû encama pêwîst wergirt. Me jî pejirand. Em jî nesekinînin, me kar kir, amadekarî kir. Li ser bingeha encamên vê têkoşîna leşkerî û siyasî, li ser bingeha van serketinan coş, kelecan û enerjiyeke hîn mezin afirî. Înîsiyatîf di destê tevgera me de ye. Lewma em amade ne. Vê yekê jî bibêjim; em di pêvajoya herî krîtîk a têkoşînê de ne. Me berê jî gotibû. Çareyeke din nemaye. Eger vê nekin wê hilweşin, lê qet nebe ji bo temenê xwe dirêj bikin wê hemû hêza xwe tevlî şer bikin. Mîna Sedam Hisên kir. Sedam Hisên jî bi heman rengî kir. Hate dîtin bê dawiya wî çi bû. Dawiya wan jî wê bi wî rengî be. Ji xwe ji vê ditirsin. Lewma dijminatiyê li Kurdan dikin, şerê qirkirinê li dijî Kurdan didin pêş, şovenîzm, nijadperestî û neteweperestiyê li Tirkiyeyê sor dikin û qaşo wê hewl bidin li hev bikin. Ez hişyariyê didim derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bi taybetî jî CHP'ê. Bila nebin amûrek ji vê yekê re. Bila bi van tiştan nexapin. Çi karê artêşa Tirk li Iraqê, li Sûriyeyê heye? Dikarin vê bibêjin. Gotina vê yekê dûrketina ji neteweperestiyê nîne, dûrketina ji hezkirina welat nîne. Berevajî vê yekê rizgariya ji rêveberiyeke welê ye ku ji bo desthilatdariya xwe ewladên Tirk dişîne Iraqê, Sûriyeyê, Lîbyayê, weke leşkerên ji bo pereyan dişînin mirinê. Rizgariya ji vê ferasetê ye. Rizgarkirina mirovan ji vê felaketê ye. Helwestek ji vê yekê hîn rast û bi rûmet nîne.

Lewma divê her kes hîn baldar be. Bila kes bi propagandayên şerê taybet nexape. Dibêjin, em lê didin, dişikînin, filan tiştî dikin, teknîka me bi vî rengî ye, pîşesaziya me ya şer xurt bûye. Hemû hate dîtin. Encamên ku di Newrozê de hatin eşkerekirin li pêş çavan e. Yanî cîhanê dît ku teknîka gelekî pê pesnê xwe didan li hemberî derbên gerîla ketiye çi halî, parçeyên wan li ku derê hatin komkirin. Lewma heyf e, yanî bikaranîna hatineya mirovên Tirkiyeyê, kedkarên Tirkiyeyê bi vî rengî heyf e. Her wiha kuştina Kurdan ên ku dibêjin 'ji me ne' rewşeke bê fêhmkirin, bê qebûlkirin nîne. Kî dibêje 'neteweperestiya min rê nade ku li ber vê yekê rabim' neteweperestiya wî kesî sexte ye, derewîn e. Lewma ya ji niha û pê ve girîng e. Divê her kes baldar be. Her kesên demokrasî, azadî, edalet, wekheviyê dixwazin divê bi baldarî nêzî vê pêvajoyê bibe. Divê hewl bidin ku ji vê rêveberiya faşîst a 20 salan li ser Tirkiyeyê ye rizgar bibin. Pêvajo ew pêvajoê ye, pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye. Em vê yekê bi hevkarî bi pêşengiya berxwedana gerîla bi ser bixînin.

TÊKILDARÎ BERXWEDANA LI WAN Û ŞIRNEXÊ

Rêveberiya me rewşa li Wanê weke ruhekî nû nirxand. Got, rêbazeke nû ye. Weke pêngaveke nû destnîşan kir. Tevlî dibim. Li ser bingeha rexnedayinê tevlî dibim. Divê timî bi vî rengî bûya. Yanî diyar e ku bê xwestin, dibe. Li hemberî êrîşên faşîst, mêtinger, şerê taybet ê qirker li her derê divê her tim bi vî rengî bûya. Nerazîbûn her tim dikarîbû bihata nîşandan. Ew wêrekî, ew fedakarî dikarîbû bihata kirin. Wê çi bibûya? Wê hinekî êrîş bikira. Lê belê eger tu bi rêxistinî û amade be, faşîzm nikare her tiştî bike. Dewlet, desthilatdarî nikare her tiştî bike. Ev yek li Wanê jî li Şirnexê jî hate dîtin. Halbûkî ewqasî heqaret kirin, êrîşên şerê taybet kirin, zilm nema ku nekirin, êşkence nema ku nekirin, neheqî nema ku nekirin, heqaret nema ku nekirin. Ma çi nekirin? Goristan xera kirin, hestî birin, li ser goristanê avahî çêkirin, mirov li pey wesayitan girêdan û bi erdê re kaş kirin. Cenaze bi rojan li naverastê hiştin. Mirov, mirî jî di nava vê rejîma faşîst de zim dîtin. Her tişt anîn serê mirovên sax. Niha zindan dagirtî ne, li pêş çavan e. Li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin bû, tevlî pêngavê bûn. Ew jî xurt bû, ji 27'ê Mijdarê heta 4'ê Nîsanê. Niha bi rêbazên nû dewam dikin. Ev berxwedan ji bo çi ye? Ji ber ku zext, zilmeke mezin heye. Li derve jî li zindanan jî heye. Hêrseke mezin heye. Tiştekî ku neyê kirin nema ku li ciwanan, jinan, zarokan hatin kirin, êşkence hatin kirin, destdirêjî hatin kirin. Di bin rêveberiya AKP'ê re ev yek qewimîn. Ji bo jin û keçên Kurd gotin, li şûna ku biçin çiyê bila bibin fahîşe. Gelo ji vê mezintir heqaretek heye?

Em çanda xwe ya civakî, pîvanên xwe yên jiyana azad li ber çavan bigirin. Lewma dixwazim vê bibêjim. Divê mirov li ber rabin, mirov li ber xwe bidin. Li hemberî êrîşên bi vî cûreyî li her derê, her kêliyê divê mirov li ber xwe bidin. Bala xwe bidinê, hêzek nîne ku karibe hêza gel bişikîne. Hêzeke ji vê mezintir nîne. Hêzeke ji hêza jin û ciwanan mezintir nîne. Ciwanan li Wanê êrîşkar perîşan kirin. Li Şirnexê çawişê pispor ê şerê taybet li ser sûc zevt kirin. Ew mîna artêşeke rêxistinbûyî ne. Piraniya hêza leşkerî bi pereyan hatiye birêxistinkirin. Ew bi he rawayî derewan dikin, hîleyan dikin. Bi zext, derew, pereyan mirovan dixapînin, dixin. Bi her cûreyî heqaretê li ciwanan, li zarokan dikin. Divê em ti carî rê nedin van. Yanî bi rastî jî ruhekî Wan û Şirnexê afirî. Em bibêjin xeta Wan û Şirnexê heye. Ev yek helwesteke rast û bi rûmet e. Yekane helwesta welatparêziyê, rast û bi rûmet e. Divê ev yek li her derê, her tim ji aliyê her kesî ve bê nîşandan. Ji niha û pê ve li her derê divê em vê helwestê nîşan bidin. Li ku derê êrîşkariyeke biçûk hebe divê em tavilê hesab bipirsin. Bi gilîkirinê tiştek nabe. Bi gazinan tiştek nabe. Hinekan bi wî rengî kirin. Yanî gilî dikin, gazinan dikin, dibêjin zextê li me dikin, êşkenceyê dikin. Gelo te çi kir? Tu çima ewqasî xwe perîşan dike? Xwe bêçare dike. Dest û lingê te nîne? Mejiyê te nîne? Hêza te nîne? Tu jî xwe bi rêxistin bike, têgihiştî bibe, têbikoşe. Yê li hemberî te ji bo te tine bike ewqasî xwe bi rêxistin dike, êrîş dike, lê tu ji bo jiyanê herî kêm bi qasî wî li ber xwe nade? Tu çima xwe berpirsyar nabîne? Bi vî rengî nabe. Welatparêzî, demokratbûyîn, berpirsyarî tê wateya hişmendiyê, rêxistiniyê, azadiyê. Berpirsyariya li ser jiyana xwe tê wateya ewlekarî û parastina xwe li hemberî her cûre êrîşan. Ji vê re jî hişmendiya xweparastinê tê gotin. Ji vê re têkoşîna xweparastinê tê gotin. Em ê vê bikin. Ev hişmendiya xweparastinê wê bi pêş bikeve. Xweparastin wê bi rêxistinî be. Bi hêvîkirina ji hinekan, bi gilî û gazinan nabe. Hêvîkirina ji hinekî din helwesteke koletiyê ye. Têkoşerî, azadîparêzî nîne. Mirovên azad têdikoşe, qezenç dike. Bi keda xwe her tiştî bi dest dixe. Maf nayê dayin, tê bidestxistin. Her tişt bi têkoşînê tê bidestxistin. Lewma em ê têbikoşin. Ji ber vê yekê ez xelkê Wanê, xelkê Şirnexê pîroz dikim. Rewşeke nû destnîşan kirin. Bila vê yekê girîng bibînin. Bila hemû bajar, bajarok, taxên Kurdistanê, Tirkiyeyê vê rastiyê bipejirînin. Encama ku derkete holê ew e ku bi têkoşînê serketin dikare bê bidestxistin. Bila her kes li her derê di her kêliyê de vê ji xwe re bike pîvan. Li dijî her cûre êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê helwesta herî rast a berxwedanê bi vî rengî ye. Divê dakevin qadan û kolanan. Kî êrîş bike, divê bi ser wan ve biçe. Bi her cûre amûran divê ev yek bê kirin, divê em birêxistinî bin. Bêguman nabe ku em bi tena serê xwe tevbigerin. Divê em baldar bin, bi plan bin, amade bin. Em dikarin êrîşan bişikînin.

Lewma ji xwe her kes bi rastiya şerê taybet zane, lê belê tişta ku weke têkoşîna li dijî şerê taybet tê kirin gelekî nerm û pasîf e. Ciwanan xwestin tiştekî bikin, me girîng dît. Lê belê me ev jî got, li dijî şerê taybet pêwîstî bi şerê şoreşgerî heye. Şerê şoreşgerî jî ev e. Şerê gel ev e. Berxwedana gel. Li her derê gel wê li ber xwe bide, têbikoşe. Ev yek hate ispatkirin.

Wê demê di serî de jin û ciwan divê em hemû xwe bi rexnedayinê nû bikin. Divê em têgihiştina xwe sererast bikin. Divê em wê sekna pasîf, teslîmkar li aliyekî bihêlin. Ev feraseta ku bûrjûvaya biçûk jê re tê gotin, çîna navîn jê re tê gotin, bila li binê erdê bikeve. Em ê xwe bi hişmendiya azadiyê bixemilînin, hişmendî û îradeya azadiyê ya Apoyî bipejirînin. Em ê xwe li ser vê bingehê perwerde bikin, bi rêxistin bikin û jiyana xwe bi xwe bijîn. Li ser bingeha komunal em ê bixebitin, ewlekariya xwe pêk bînin û li hemberî her cûre êrîşan li ber xwe bidin. Rêber Apo got, 'hêza me hebe ku karibin pê cîhanê têk bibin, em ê êrîşî kesî nekin. Lê belê cîhan bibe yek û bi ser me ve bê em ê ji mafên xwe yên demokratîk ên rewa ti carî tawîzê nedin'. Em ê ti carî dest ji jiyana azad bernedin. Felsefeya me ev e. Felsefeya jinên Kurd, ciwanên Kurd, mirovên Kurd ên azad ev e. Ji ber vê yekê em dibêjin ji niha û pê ve bi vê felsefeyê em ê xwe têgihiştî, bi rêxistin bikin, bijîn û têbikoşin. Pîvaneke din nîne. Lewma vê berxwedanê em li cewhera me vegerand. Berxwedaneke mezin bû. Em ruhê berxwedanê yê Wan û Şirnexê silav dikin. Bang li her kesî dikim ku vî ruhê berxwedanê bipejirînin, ji niha û pê ve li hemberî her cûre êrîşên şerê taybet bi vî rengî li ber xwe bidin û helwestê nîşan bidin.

CIVAKA KURD CIVAKEK CIWAN E

Helwesta ciwanan di vê dema borî de baş bû, erênî bû. Ciwan bi bandor û aktîf beşdarî pêşketina pêngava azadiyê bûn. Ji Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Ewropayê heta çalakiyên hem li dervey welêt hem jî li çar parçeyên Kurdistanê, bi rola pêşengiyê rabûn. Di tevahiya meha Adarê de jî di nava pêngavan de cih girtin. 8’ê Adarê jinên ciwan herî li pêş bûn. Di Newrozê de jî ciwan li pêş bûn. Di vê hilbijartinê de îradeya ciwanan xurt bû. Ciwanên Kurd ev yek nîşan dan, civaka Kurd civakek ciwan e. Ciwanên Kurd di jiyana bi zanebûn, bi perwerde û jiyana azad de bi israr û biryar e, têkoşer, fedayî û Apoyî ye. Li ser xeta fedayitiyê dijî û têdikoşe. Lewma ti êrîş nikarin wî/ê rawestînin, îradeya wî/ê bişikînin. Nikare ji jiyana azad dûr bike. Ev yek nîşan dan. Lê divê mirov hîn baştir jî fêm bike. Mesele li hemberî van êrîşên şerê taybet, her tim ev helwest nîşan nedan. Xwe bi rêxistin nekirin û li ber xwe nedan. Gelek ciwanan derbe xwarin û hatin revandin. Bi tenê girtine û revandine. Piştre tê; ev tişt li min kirin û hwd. Me li ser çapemeniyê lê nêrî, me gelek nerazîbûn bihîstin. Îcar tu li kuderê bûyî? Du-sê kesan tu revandî. Tu çima bi tena serê xwe yî? Çeka wan heye, çima ya te nîne? Tu di cîhaneke wisa de dijî. Li hemberî te dijminê te ji bo ku te tune bike, bi çekê digere. Tu li benda çiyî? Divê mirov wiha nêz bibe.

DIVÊ MIROV PALA XWE NEDE DERVEY WELÊT

Mînak, ev dayîna koçkirin jî polîtîkayeke şerê taybet e. Qirkirina şerê taybet pêk tîne. Şerê taybet li her derê heman tiştan pêk nayîne. Li Kurdistanê qirkirin tê pêkanîn. Şerê taybet ê qirker heye. Çêkera demografîk diguherînin. Komkujiyan pêk tînin, qirkirina çandî û asîmîlasyonê pêk tînin. Ev têkoşîna azadiyê heyî, ciwanên Kurd diçin dervey welêt. Bi gotina zext, zilm, terora faşîst heye em nikarin vê yekê şîrove bikin. Ew hebin, tu jî heyî. Tu ciwanî. Wezîfeya te ya têkoşînê heye. Ciwanên ku têdikoşin hene. Tevlî nava refên gerîla bibe û biçe çiyê. Xwe rêxistin bike, rêxistinbûna veşartî bike, here binerdê. Lê di welatê xwe de bijî. Tiştek biçûk qewimî, li min digerin demildest ez xaka welêt biterikînin û biçim. Wiha nabe! Divê mirov li dijî vê yekê rabe. Divê ev yek rewa neyê dîtin.

Divê mirov zêde pala xwe nede dervey welêt. Li dervey welêt kar zêde ye, nizanim derfet zêde ye, wiha xweş e, li Ewropayê ev tişt hene. Em hemû li Ewropayê bûn. Min ji parêzerê xwe re got, hûn Elmanyayê hemûyê li ser min tapû bikin, bidin min hûn rojekî jî nikarin bigirin. Ji xwe nekarîn bigirin jî. Yanî divê mirov ewqas xwe girêdayî wir neke. Divê mirov li welêt vegere. Eger hinekî xwe komî ser hev kiribe, divê li welêt vegere. Karekî wî/ê yê cuda tune ye, eger ji bo têkoşîna azadiyê nexebite, bi rola xwe ya girîng narabe helbet divê vegere welêt. Divê tevlî têkoşînê bibe, tevlî gerîla bibe.

Li aliyê din cara din me got ku tiştên dewleta Tirk nikare bigire, Elmanya digire, didarizîne. Fransa û Swêdê dida. Piştî me got wisa bû? Eger ji ber me be ez nikarim tiştekî bêjim. Vê carê radestî Tirkiyeyê kirin. Mîna ku bêjin, eger hûn wisa bêjin em ê jî wisa bikin.

EM Ê XWE EMANETÊ KESÊN CUDA NEKIN

Beriya deh salan li navenda Parîsê hevala Sakîn û yên din qetil kirin. Sala borî li navenda Parîsê hevala Evîn û yên din qetil kirin. Niha yên ku ev qas li ber çav komkujiyê dikin, wê çi nekin? Wê demê divê em bi xwe ewlehiya xwe pêk bînin. Divê li cihên ku em lê ne, em bi baldar bin. Bi gotina ‘evane wê me biparêzin û ev der rehet û xweş in’, em ê xwe emanetê kesên cuda nekin. Destpêkê em vê diyar bikin.

Li aliyê din vane hin bûyer hîn baştir derxistin holê. Helbet di çapemeniyê de jî xuya dike. Yên ku vê yekê dikin derdikevin holê û di komkujiyan de jî hevkar in. Çima ev komkujî hat kirin, çima nehat ronîkirin? Fransa hemûyê dinixumîne. Hevkariyê dikin. Hevkariyê derxîne, cihê bazarê. Siyaset veguherandine bazarê. Divê ev rastî were dîtin. Wisa nêzî mirovan û her tiştê dibin. Wê demê van tiştan dikin. Divê em bi tedbîr bin. Ev rastiya van hêzan teşhîr bikin û hîn zêdetir têbikoşin. Yanî em bêjin ku tiştên ew dikin derhiqûqî ne. Lê divê em tedbîra xwe bigirin. Em qala kîjan hiqûq û derhiqûqiyê dikin? 26 sal in Rêber Apo di êşkencexaneya Îmraliyê de digirin. Li cihê ku îltîca dayîn hevrê Sara, di nava rojê de li Parîsê hedef girtin. Yên ku vê yekê dikin, wê her tiştê bikin. Wê demê tiştên ku bên kirin, em bizanin, em tedbîrên xwe pêş bixin. Bi taybetî ciwanên Kurd têkildarî vê yekê bila hîn bi hestiyartir bin, rêxistinkirî bin, bibin xwediyê pîvan û helwesteke rast.

HEWL DIDIN KU ÎRANÊ BIKŞÎNIN NAVA ŞER

Îranê êrîşî Îsraîlê kir. Her kes dibêje ku jixwe em li benda vê êrîşê bûn. Îranê eşkere kiribû ku ew ê bersivê bidin. Jixwe Îranê bi xwe got ku ev êrîş bersivdayînek e. Em jî dişopînin. Em jî hewl didin ku derbarê vê bûyerê de agahiyan bi dest bixin, bûyerê binirxînin û nîqaş bikin. Jixwe rêveberiya gava ku pêwîst dike, nêrînên Tevgera me li gel raya giştî parve dike. Yanî nêrînê bendîkar ew in. Lê belê weke şexsî di çarçoveya agahiyên berdest de ez dikarim vê yekê bibêjim. Bûyer dişibe destpêka şerê duyemîn ê Xezeyê. Bi hin navtêdan deq û dolab û provokasyonan li dijî gelê Xezeyê pêvajoya êrîşên dagirkerî û komkujiyê hate destpêkirin.Di vê yekê de Hamas xwedî rol bû,Tayyîp Erdogan jî xwedî rol bû. Aliyên organîzator DYE û Îsraîl in. Me ev yek bi zelalî anî ziman. Wê demê yên hatin qurbanîkirin gelê Xezeyê ye. Yanî hinekan digot ku ez ê rêya enerjiyê sabote bikim, dest bi vî karî kirin û hinekan jî digotin ku ez ê astengiyên rêya enerjiyê paqij bikim, dest bi vî karî kirin. Yanî hev provoke kirin. Belkî jî şerê yekdevî kirin. Her wiha ji Îsraîlê re rê vekirin ku bikeve Xezeyê û ew qasî qetlîaman pêk bîne û serweriya xwe berfirehtir bike. Yanî ev yek bi destê wan hate kirin. Niha jî heçku dixwazin heman yekê bikin. Wê demê Tayyîp Erdogan û Hamas kirin wesîle niha jî dixwazin Îranê bikin wesîle. Li gorî min Îsraîl wê li gel Îranê bikeve rageşî û pevçûnan û niha jî bingeh tê avakirin ku Îsraîl li Xezeyê û qadên din li dijî hin hêzan êrîşên xwe zêdetir bike. Çimkî Îsraîlê ev yek çêkir.

Em dibêjin Îranê êrîşa dawî kir, lê belê ji bo Îranê bikişînin di nava vî şerê ku 6 meh in dewam dike de, ji aliyê rêveberiyên Îsraîl û Tirkiyeyê ve navtêdanên gelekî mezin hatin kirin. Bi taybetî jî rêveberiya Tayyîp Erdogan û çapemeniya wî ku çapameniyeke derewîn e. Yanî çapemeniya AKP’ê ji bo Îranê bikeve nava şer gelekî hewl da, çi ji destê wan kir. Rêveberiya Îsraîlê jî helwestên heman rengî nîşan da. Êrîşa dawî ya li dijî balyozxaneya li Sûriyeyê jî di vê astê de bû. Hewce ye ev yek were dîtin û fêmkirin. Rêveberiya Îranê di dema borî de li hemberî van navtêdanan helwesteke degel nîşan da. Yanî li hemberî provokasyonan zêde nexapiya.

Êrîşa li dijî balyozxaneya li Sûriyeyê jî di vê astê de nirxand. Jixwe Îsraîlê bi awayekî eşkere got ku ew ê bersivê bide. Bersiva xwe jî di çarçoveya nîşandana hêzê de da. Encamên wê ne girîng e lê belê ya ku niha diqewime ew e ku Îsraîl û Îran niha şer dikin. Bi vî rengî hewl didin ku Îranê bikşînin di nava şerî de. Alî ji derve zêdetir ji bo hundir dilîzin. Bo nimûne rêveberiya AKP’ê û Tayyîp Erdogan ji bo ku dengan bi dest bixe û di hilbijartinan de bi ser bikeve sîyaseta HAMAS û Filistînê kir. Bi temamî polîtîkaya navxweyî di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar anî. Niha jî rêveberiya Netanyahû van provokasyonan ji bo ku Îranê bikşîna di nava şerî de û avakirina bingeha zêdetirina êrîşên xwe yên li dijî Xezeyê dike. Êrîşa Îranê jî hinekî wekî wê bû. Ji derbeya ku li aliyê din xistî zêdetir, dilê civaka Îranê yan jî alîgirên wê xweş dike û weke ku serkeftinekê pêşkêşî wan dike.

PROJEYA ME YA ÇARESERIYÊ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E

Em li dijî şerên bi vî rengî ne. Em li dijî şerên berjewendparêz, emperyalîst, dagirkerî û qirkirinê ne. Pirsgirêk di vê çarçoveyê de nayên çareserkirin. Yanî em di wê baweriyê de ne ku rêbaza çareseriya hemû pirsgirêkên civakî sîyaseta demokratîk e ku ev pirsgirêk 5 hezar sal in li Rojhilata Navîn hatine afirandin û komkirin. Li gorî me projeya çareseriyê têkildarî xweseriya demokratîk konfederalîzma demokratîk e. Rêber Apo ev yek weke paradîgmayeke nû pêş xist. Bi bernameyeke teorîk ev yek pêşkêşî hemû gelan kir. Zihniyet, sîyaset, proje û bernameya ku van hemû şeran bi dawî bike eşkere kir. Yanî helwesta me ya çareseriyê ev e. Ji ber vê yekê em dibêjin bila gel zêdetir îradeya xwe pêş bixin û xwe birêxistin bikin. Bila gel li ser jiyana xwe zêdetir xwedî gotin bin. Bila demokrasiyê bînin cihên ku lê dijîn. Bila rê nedin dewletên yekparêz, dîktatoriyên netewedewletparêz û zilmker. Bila rêveberiyên gel ên demokratîk ava bikin. Bila di çarçoveya taybetmendiyên wan de Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk derkeve meydanê. Projeya me ya çareseriyê wiha ye. Zelal bûye ku hemû nêzîkatiyên din wê şer, pevçûn, komkujî û nexweşiyan bi xwe re bînin.

Banga me ji hemû gelên herêmê re ye. Hewce ye rastî werin dîtin û bila li dijî vê zîhniyet û siyaseta berjewendarêz derkevin. Bi netewperestî, olperestî û hevtunekirinê tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Çareserî xwişk û biratî, helwesta demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk e. Em hemû dikarin li Rojhilata Navîn bi rêveberiyeke demokratîk bi awayekî xweşik bijîn. Li ser van xakên pîroz ku bingeha mirovatiyê û civakbûnê li vir ava bûye, ji herkesî re cih heye û herkes dikare lê bijî. Hewce ye xwe ji çavbirçîtiyê dûr bixin. Hewce ye ev dagirkeriya zêde û xuretî ji van axan were paqijkirin. Ev yek li dijî exlaq, çand û dîroka gelên Rojhilata Navîn e. Em bang dikin û dibêjin ku werin em li dora dîroka xwe bibin yek. Banga me girêdayî vê esasê ye. Di vê çarçoveyê de ji bo avakirina Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk û yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn bi hemû hêzan re em ê heya ji me tê têbikoşin. Em hemû kesên têdikoşîn silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.