Felaketa li Licikê herî kêm wê 100 salî dewam bike

Ji Polen Ekolojiyê Tûgba Kahraman bi bîr xist ku li Licikê qirkirina ekolojîk li qadeke berfireh belav bûye û got, "Siyanur û madeyên kîmyewî yên giran wê tevlî Firatê bibin. Felaket wê herî kêm 100 salî dewam bike."

Li navçeya Licik a Erzînganê 9 karker di binê axê de man ku ji ber felaketa Madena Zêr a Çoplerê hezazê rû da. Karên lêgerînê jî pêr hate rawestandin. Ji Polen Ekolojiyê Tûgba Kahraman li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Tûgba Kahraman diyar kir ku zehmet e bîlançoya ekoqirimê ya bi vê mezinahiyê bê texmînkirin û got, "Hilweşîn li qadeke gelekî berfireh belav bû. Felaketeke welê rû da ku wê bandorê li Tejaneya Firatê û Dîcleyê, li tevahiya Mezopotamyayê bike. Siyanur û madeyên giran ên kîmyewî wê tevlî çemê Firatê bibin. Felaket herî kêm wê 100 salî dewam bike. Ev xaka bi jehr bi 2 milyon metrekup ber bi aliyê çep û rast ve belav bû. Piştî ku baran bariya jî wê tevlî nava ava binê erdê bibe û ji ber ku kutleya kîmyewî nêzî 27 milyon ton e, asta qirkirin û texrîbatê gelekî mezin e ku texmînkirina wê zehmet e. Mirov, heywan, ax û ava me wê bimirin; li şîrketên berpirsyar û hevkarên wan wê tenê cezayê pereyan bê birîn û piştî darizandinê jî wê karê xwe dewam bikin."

Tûgba Kahraman anî ziman ku li gorî gotinên endezyarên hawirdorê û pisporan siyanur a li nava hewayê û madeyên din ên kîmyewî yên hatin bikaranîn wê bi rêya dûkelê tevlî hewayê bibin û got, "Bi vî rengî hemû zindiyên li herêmê bi rêya hewayê wê karibin daqurtînin û ev yek jî wê ji bo tenduristiya gel û hawirdorê bibe pirsgirêk. Dema ku bandor li axê kir, bi rêya gihayên li vê herêmê şîn bû wê bandorê li heywanan û mirovan bike. Ev yek wê bandorê li hemû şênkanî, tenduristiya zindiyan û mirovan bike. Nexweşiyên mîna KOAH û kanserê wê li nifşên nû rû bidin. Dema ku tevlî ava li binê erdê bû wê bibe metirsiyeke mezin ku li qadeke berfireh belav bibe."

Tûgba Kahraman diyar kir ku Tirkiye veguheriye sergoyê Yekîtiya Ewropayê û got, "Bikaranîna siyanur û asbestê di vê astê de nîşan dide ku daxwaza qezencê ya sermayeyê di ser mafê jiyanê yê mirovan û hemû zindiyan re tê dîtin, têkilî û girêdana xurt a Tirkiyeyê ya bi sermayeya navneteweyî nîşan dide. Bi pratîka têkoşîna ekolojîst a çend salên dawî re hate dîtin ku pirsgirêk bi esasî ji ber kapîtalîzmê ye. Bi xurtkirina vê têkoşînê pêşî li qirkirinê dikare bê girtin.