BI DÎMEN

HPG: Gerîlaya ku li ber lehiyê ket, şehîd bû

HPG'ê diyar kir ku gerîla Berjîn Canda di 7'ê Nîsanê de li herêma Xakurkê li ber lehiyê ket û di Çemê Lolanê de şehîd bû.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Xakurkê di 7’ê Nîsanê de di encama lehiya ku ji ber barana zêde de pêk hatî hevrêya me Berjîn Canda şehîd bû.

Têkoşîna azadiyê ya di pêşengiya partiya me PKK'ê de bi pêş ket, li Kurdistanê ji bo avakirina şoreşa civakî pêşengî kir û rûpelek nû di dîroka gelê me de vekir. Bi vê şoreşa civakî re jinên Kurd berê xwe dan nava refên têkoşînê û pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Hevrêya me Berjîn jî mîna jineke ciwan tevlî têkoşîna azadiyê ya ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin bû û ji bo erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne bi fedakarî xebitî. Bi nasnameya jina azad li her qada ku lê bû pîvanên partiyê pêk anî û navê xwe di dîroka têkoşîna me de bi tîpên zêrîn nivîsand.

Weke hevrêyên wê yên têkoşînê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata hêja ya hevrêya me Berjîn re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Berjîn Canda bi vî rengî ne:

Nasnav: Berjîn Canda

Nav paşnav: Zelal Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Dayik-Bav: Gulten – Bahattîn

Dem û cihê şehadetê: 7 Nîsana 2024 / Xakurkê

Hevrêya me Berjîn li navçeya Xinis a Erzîromê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hişmendiya welatparêziyê ya kûr û girêdana bi çanda xwe ya malbata wê û hewirdora nêz, bandor li hevrêya me Berjîn jî kir. Ji bo vê jî partiya me PKK’ê di temena xwe ya biçûk de nas kir. Mîna her kesên li Kurdistanê dijîn hevrêya me Berjîn jî di temenek biçûk de rastiya dijmin nas kir û mezin bû. Hevrêya me ya ku pêşî li dibistanên ku navendên asîmîlasyonê bûn dijmin nas kir, di demeke kurt de armanca dijmin a li vir nas kir û hewl da cewhera xwe biparêze. Piştre dema bavê wê ji aliyê dijmin ve hat girtin û êşkencekirin, hevrêya me Berjîn rûyê bêrehm ê dewleta Tirk ji nêz ve dît. Hevrêya me Berjîn a ku karakterê dewleta Tirk a qirker derxistiye zanabûnê, mîna her jin û ciwanên Kurd ên xwedî wijdan li hemberî vê rastiya dijmin ketiye nava lêgerîna têkoşînê. Her wiha hevrêya me di ferqa statûya kolebûnê ya li ser jinê di nava civakê de tê ferzkirin de bû û vê statûyê ti carî ji bo xwe qebûl nekir. Şehadeta yek ji kadro û damezrînerên pêşeng ên Partiya me Sara –Sakîne Cansiz û hevrêyên me Rojbîn û Ronahî, ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê xaleke din bû ku bandor li hevrêya me Berjîn kir. Ji ber vê yekê biryardariya têkoşînê ya hevrêya me Berjîn xurttir bû û li ser vê bingehê piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê Rojava komkujî kirin, di sala 2015'an de berê xwe da Rojava û li dijî çeteyan tevlî berxwedana destanî bû. 

Hevrêya me Berjîn li qada Rojava perwerdehiya xwe dît û yekser derbasî eniyên ku şer lê giranbûn bû û bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek û coş di demeke kurt de ji hêla hemû hevrêyên xwe ve mînak hate girtin. Tevî ku tecrûbeyeke xwe ya leşkerî zêde nebû jî, bi israr xwest tevlî hemleyên li dijî çeteyan bibe. Li ser vî esasî tevlî gelek hemleyan bi taybetî li Hesekê û Şedadê bi pêş ket bû û tola gelê me û bi taybetî ya jinan hilanî. Bi tevlîbûna xwe ya wêrek a li pêvajoya şer û bi jêhatîbûna xwe ya taktîkî hêz da hemû hevrêyên xwe yên bi wan re şer kir. Ji ber vê yekê, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wê pêbawer bin û ji hêza wê ya şerkirinê piştrast bin. Hevrêya me Berjîn ku di pêvajoya şer de jî xwe perwerde dikir, xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr kir û bi gavên ji xwe bawer ber bi rêya jina azad ve meşiya. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûn û serweriya wan li herêmê nema, hevrêya me Berjîn ji ber erka xwe bi awayekî serketî pêk anîbû gelek kêfxweş bû û xwest derbasî qadeke nû ya têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê hevrêya me Berjîn ji bo derbasî çiyayên Kurdistanê bibe ku hesreta wê bû gelek israr kir.

Hevrêya me dema ku derbasî çiyayên Kurdistanê dibe weke ku ji nû ve ji dayik hîs dike û bi beşdarbûna xwe ya dilxwaz di demeke kurt de dielime jiyana li çiyayan. Hevrêya Berjîn li herêma Xakurkê tevlî xebatan dibe û li qadê li gel fermandara me ya nemir Bêrîtan (Gulnaz Karataş) xeta têkoşînê dişopîne. Hevrêya me dizanî ku wateya çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlayan zêde ye û bi îfadekirina ku çiyayên Kurdistanê mezintirîn dost û hevrêyên gerîlayan e, dilsoziya xwe eşkere kir. Hevrêya me xwenûkirina çiyayên Kurdistanê ya di hemû demsalên biharê de ku tevî hemû êrîşên dijmirovahî yên dijminî yên li dijî çiyayên Kurdistanê jî ev yek bi hejmetkarî anî ziman û diyar kir ku hewce ye weke gerîlayên azadiyê erka xwe ya li hemberî çiyayên ku wan diparêze û ji wan re stargeh e, bi cih bînin. Hevrêya me bi vê hizra bêhempa tevlî xebatên pratîkî bû û di hemû xebatan de serkeftin esas girt. Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê pêkanîna fikrên Rêber Apo weke erka xwe ya sereke pejirand û li her derê di çarçoveya vê yekê de helwesta xwe nîşan da. Hevrêya me Berjîn demeke dirêj li herêma Xakurkê di nava xebatan de cih girt û di hemû kêliyên de fedekariya xwe ya zêde nîşan da. Di çêkirina tunelên şer û di gelek xebatên cuda de bi tevlîbûne bicoş, cih girt û ji bo ku erkên xwe yên serdemî bi awayekî tam bi cih bîne gelekî li ber xwe da. Dilê hevrêya me Berjînê hemû gavan li gel hevrêyên xwe yên li Avaşîn, Zap û Metîna li dijî êrîşên dijmin bi fedakarî têdikoşiyan bû û ji bo sivikkirina barê wan zêdetir li ber xwe dida û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê tim dianî ziman. Têkildarî vê yekê di wê baweriyê de bû ku hewce ye tim derbên mezin li dijminî were xistin. Hevrêya me Berjîn ku di çalakiyên li herêma Xakurkê de xwedî kedeke mezin e, di wê baweriyê de bû ku xwedîderketina bîranîna hevrêyên me yên şehîd bi mezinkirina têkoşîna wan pêkan e.

Hevrêya me Berjîn jiyana xwe weke baweriya xwe pejirand û bi milîtaniya xwe ya hevgirtî, bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê û bi hevrêtiya ku wateyeke kûr lê bar kiribû, di dilê hemû hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî mezin. Hevrêya me Berjîn di 7’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama lehiyekê kete nava ava Lolanê û tevlî karwanê şehîdan bû. Em weke hevrêyên wê soz didin ku em ê bîranînên hevrêya xwe Berjînê ji xwe re bikin çira û em ê xeyalên wê bi cih bînin.”