'Cihêkariyeke mezin li Romanên li Ewropayê tê kirin'

Li gorî raporeke Rêxistina Bingeha Romanan a Ewropayê, cihêkariyeke mezin li Romanan tê kirin. Bang li hikumetan û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê.

Li gorî rapora li ser şert û mercên jiyanê yên civatên Roman û Sîntî, Roman hindikahiya herî dezavantaj a mezin a Ewropayê ye.

Di raporê de tê gotin, di sektora tenduristiyê de nêzîkatiyeke newekhev li Romanan tê kirin. Ji her pênc Romanan bi nexweşiyeke kronîk e, lê ji her çar kesan sîgorta tenduristiyê ya kesekî nîne. Li gorî lêkolînên di asta neteweyî de hatine kirin, civaka Roman li gelek welatên endamê Yekîtiya Ewropayê bi zorê sûdê ji xizmeta tenduristiyê werdigirin.

Aktîvîsta Swêdî Sureyya Post rapor amade kir û li gorî wê, di Çarçoveya Stratejiya Roman a  Yekîtiya Ewropayê ya 2020'î ya ji bo Tevlîbûna Siyasî û Wekheviyê, şert û merc baş nebûne. Post diyar dike ku şewba Covîdê rewş bêhtir nebaş kiriye.

Vê demê hîn jî ji sedî 61 ê Romanan yanî nîvê nifûsa Roman nikarin bi têrkerî stargeh an jî avê bi dest bixin. Ji sê paran parek ji zarokên wan yanî ji sedî 31 ê Romanan ji ber ku bi têrkerî xwarinê naxwin, birçî dimînin.

Di raporê de bang li Yekîtiya Ewropayê û hikumetên welatan tê kirin ku ji bo ewlekirina mafên bingehîn ên Romanan û tevlîbûna wan a li qada siyasî, bikevin nava liv û tevgerê.