NÛ BÛ

Êrîşî baregeha Heşdî Şebî hate kirin

Li bajarê Babîl a Iraqê êrîşî baregeha leşkerî ya Heşdî Şebî hate kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de kesek hatiye kuştin û 7 kes birîndar bûye.

ÊRÎŞA LI DIJÎ HEŞDÎ ŞEBÎ

Êrîşî Baregeha Leşkerî ya Kalso û navenda fermandariya giştî ya Heşdî Şebî ya li navçeya El-Museyyeb a bajarê Babîlê hate kirin. Piştî êrîşî li herêmê şewatekî mezin derket.

Ofîsa Çapemeniyê ya Heşdî Şebî ya Babîlê wiha got, “Ji aliyê DYE’yê ve li dijî Baregeha Kalso ya Babîlê û Midûrîyeta Sereya el-Cîhad û Nuhba êrîş hat kirin.”

Hate diyarkirin ku di êrîşê de kesek hatiye kuştin û 7 kes birîndar bûye.

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) têkildarî êrîşê daxuyanî da û wiha got, “Hinek nûçe tên belavkirin ku hêzên me êrîşî baregehekî leşkerî ya Iraqê kirine. Ev nûçe dûrî rastiyê ne. Emerîka şeva borî êrîşî Iraqê nekir.”