Sporvanê Kurd Aloyan di olîmpiyatan de madalya Brons wergirt

Sporvanê Kurd Aloyan di olîmpiyatan de madalya Brons wergirt

Di lîstokên Olîmpiyatên sala 2012 yên bi coş û kelecaneke mezin li Londonê pêk hatin de boksorê Kurd Mixaîl Aloyan madalyaya bronz wergirt.

Aloyanê ku ji bo madalyaya 52 kîlo zîv têdikoşiya, piştî ku li hemberî boksorê Moxolîstanî Sok Tu Membayaro bin ket, bû sêyemîn. Sporvanê Kurd, ku bi navê Rûsyayê beşdar bû, di sala 2005 û 2006 de bû di baskê ciwanan de li Rûsyayê madelyaya zêrîn wergirtin û di sala 2010 li Ewropayê bû şampiyon û di 2011 de jî li Rûsyayê.

Aloyanê Kurd ku êzidî ye, di 23’ê tebaxa 1988’ê de li gundê Bambakasatê ji dayîk bûye. Di sala 1997’ê de çûne bajarê Novakuznetsk ê Rûsyayê û li vir dibistana navîn qedandiye. Piştre jî çû Fakulteya Huqûqê.. piştre jî Enstîtuya Gel a Moskowê kuta kir û xebatên xwe yên spore berdeam kir. Sporvanê Kurd cara yekemîn di sala 2005 de li bajarên Kemerovskaya û Novosibirsk çû ser rîngê. Piştre li ber destê boksorê navdar ê cîhanê Eduard V. Kravtsov xebitî. Boksor Mixail Aloyan xwediyê navê yek ji sporvanên herî baş ên Rûsyayê ye.