Şaredariya Dêrsimê pola zimanê dayikê vekir

Di bin banê Navenda Ciwan û Çandê ya Şaredariya Dêrsimê de pola zimanê dayikê hat vekirin.

Di bin banê Navenda Ciwan û Çandê ya Şaredariya Dêrsimê de pola zimanê dayikê hat vekirin. Rayedarên navenda Ciwan û Çandê bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û gotin, “Bi jibîrkirina zimanê me yê dayikê re, em bi jibîrkirina bawerî, çand û dîroka xwe re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê me pola zimanê dayikê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de vekir.”

Navenda Ciwan û Çandê  diyar kir ku koroya zarok û jinan a Kirmanckî xebatên xwe didomîne. Di albûma Omedya Mestu ya koroya zarokan derxist, stranên Kirmanckî, Tirkî, Kurmancî, Ermenî û Îngîlîzî hene.

Li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Dîlek Serîn, xebatên pola zimanê dayikê yên serdema duyemîn destpê kirin. Dîsa Galaya Wilika Kowu ya fîlmê Kirmanckî wê îro saet 18.00’an li Salona Konferansê ya Midûriyeta Çand û Turîzmê pêk were.