Li Amedê turnuvaya kişikê tê lidarxistin

Li Amedê turnuvaya kişikê tê lidarxistin

Koordînatoriya Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Turnuvaya bi xelat a kişikê (setrenc) li dar dixe. Serlêdan heta 15’ hezîranê bi dawî dibe.

Koordîntoriya Sporê di navbera 21-24 hezîranê de turnuvaya kişik ya di navbera keç û kur ku temenê wan di ser 14 û di bin 14’î de li dar dixe. Di her du kategoriyan de ji sporîstên ku têkevin 5 kesê yekemîn dê bê xelatkirin. Kesê dixwazin tevli turnuvayê bibin divê heta 15 hezîranê de bi fotokopiya nasnameya xwe an jî belgeya lîsansa xwe serî li Koordînatoriya Sporê ya Sumer Parkê bidin.