Li Amedê pêşangeha hunera destan a zarokan

Li Amedê pêşangeha hunera destan a zarokan

Xizmetên Kreş û Zarokan a di bin bana Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê de 80 zarokên perwerde dîtin berhemên wan hatin nîşandan

Pêşangeha li Sumerparkê Navenda Piştgiriyê ya Zarokan hate raxistin zarok û malbatên wan eleqeyek mezin nîşanda.

Di vekirina pêşangehê de seroka Daîreya Xizmetên Civakî Muazzez Onuk Ozder, midûrê Xizmeta Kreş û Zarokan Kadîr Gurger, zarok û malbatên wan amade bûn. Zarokan li van kursan 3 mehênxwe derbas kirin û bi mamosteyên xwere hin amûr bikar anîn û hunera xwe ya destan pêş xistin. Şekl û teşe dan amûnan û bi amûrên cuda hewl dan ku wêneyan çêbikin. Mamosteyên ku armanca wan eve ku xwendekaran di alî hunerê d epêş bixîne, diyar dikin ku berhemên ku di encama xebata wan de dertên gelek girîng in.