Kurdên li Franseyê xwe ji 'Şahiya Mirovahiyê' re amade dikin

Kurdên li Franseyê xwe ji 'Şahiya Mirovahiyê' re amade dikin

Weşana Partiya Komunîst a Franseyê Humanité ku her sal Fete de L’Humanité (Şahiya Mirovahiyê) li dar dixe, şahiya 2012 li Parc De La Courneuve di 14-16’ê Îlonê de li dar dixe.

Şahiya Mirovahiyê ya ji aliyê rojnameya Frensî Humanité ve bi beşdariya hunermend û muzîsyenên rengîn tê lidarxistin, dê îsal li bajarê La Courneuve yê li bakûrê paytext Parîsê bê lidarxistin. Di şahiyê de rêxistinên girêdayî FKP’ê jî cihê xwe digirin. Partiyên çepgir û komunîst ên Frensî û yên ji welatên din ên cîhanê bi stadên xwe beşdarî vê şahiyê dibin. Şahî bi panel, fûarên pirtûka û lîstokên şanoyê tê lidarxistin.

Heta sal di sê rojan de nêzî zêdetirê 500 hezar kes beşdarî mihrîcanê dibin. Di şahiyên tên lidarxistin de her sal bal tê kişandin ku kapîtalîzm ne çarenûsa mirovahiyê ye û peyama “ji bo jiyanek xweştir, têkoşîna hevpar” tê dayîn. Bi hezaran nunerên partî û rêxistinên çepgir ji her çar aliyên cîhanê beşdarî vê şahiyê dibin.

KURD JÎ BEŞDAR DIBIN

Komeleyên Kurdan jî her sal bi stadên xwe beşdar dibûn. Îsal jî, Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdan a Parîsê û Federasyona Komeleyên Kurd ên li Franseyê (FEYKA) hewl didin ku beşdarbûneke xurtir pêk bînin. Di stada mezin a Kurdan de dê panle, hevpeyvîn û semîrên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bêne lidarxistin. Her wiha, Kurd dê ji bo stadê zêdetirê 200 kesan peywirdar bike û di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” de de îmzeyan berhev bikin.

Kurd dê sê rojên şahiyê de çalakiyênx we yên çandî û hunerî jî nîşan bidin. Di nava vana de pêşangeha wêneyan, dîwana dengbêjan, guhdarkirina muzîkê û lîstokên gelêrî jî hene.

Tema bingehîn a Fête de l’humanıté 2012 girtî ne. Ji ber wê jî Kurd jî dê balê bikişînin ser 8 hezar siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehên Tirk de.

Ji bo zarokên Kurd ên girtî, dê pêşangehek piştgiriyê bê vekirin. Her wiha dê ji bo kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” jî xebat bê kirin. Roja înê jî dê Ulaş, Bêrîvan û Azad, û Koma Newa derbikevin ser dikê.

Di roja duwemîn de jî, dê bi moderatoriya Prof. Pascal Torre panela der barê xweseriya demokratîk, girtiyên siyasî û Tirkiye-Sûriyeyê de dê bê lidarxistin. Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel dê beşdarî vê panelê bibe.

Di roja sêyemîn de jî xwendekara dîrok û zimanê Kurdî ya INALCO’yê dê dîroka Kurdistanê bide naskirin. Di bernameya çandî ya şahiyê de jî Koma 84, Ulaş Kêlaşîn, Adil Botan û Koma Ronahî ya folklorê hene.

Dîsa di sê rojan de dê xwarin aşxaneya Kurdan dibin nasîn. Ji bo agahiyê zêdetir:: 0033626790125 e-mail: [email protected]