Kevintirîn tabloyên Ewropayê hatin vedîtin

Kevintirîn tabloyên Ewropayê hatin vedîtin

Kevintirîn wêneyên li ser şkeftan di şkefta Serdema Kevirîn a li bakûrê Spanyayê de hatin vedîtin. Li gorî arkeologan ev wêneyên li ser dîwarê şkefta ku qebîleya Naendarthal têde jiyaye de herî kêm 41 hezar salî ye.

Heta niha dihat zanîn ku mirovên qebîleya Naendarthal di warê zanîna estetîk û wêneyan de pêşketî bûn. Lê ev keşifa dawî ya li bakûr Spanyayê hat kirin, êdî vê teoriyê ji holê rakir.

Pisporan li ser wêneyan lêkolîn kirin û bi rêya ceribandinên li ser teqeya kalsiyum karbonat hat kirin, hîn bûn ku ev wêne herî kêm 41 hezar salî ne. Hema bêje, heta îro jî hestiyê herî kevin ê homo sapiens ku li vê herêmê hatiye dîtin, di heman temenî de ye.

Lê pisporan dan diyarkirin ku mirov dikare bi lêkolînkirina tebeqeya kalsiyum karbonatê xwe bigihîne beriya 500 salan, ji ber wê jî dibe ev wêne ne ji aliyê homo sapiensan ve hatibe çêkirin, ji aliyê qebîleya Naendarthal ve hatiye çêkirin.