Ji hunermendê Kurd Mirady piştî 7 albuma Marmasî

Ji hunermendê Kurd Mirady piştî 7 albuma Marmasî

Hunermendê Kurd ê mûzîka pop-rokc a Kurdî Mirady, piştî heft salên navberê albuma bi navê Marmasî ya bi zaravyên Kurdî Kurmancî û Dimilkî derxist. Mirady diyar kir ku pirsgirêka yekemîn a hunera Kurdî û hunermendên wê yek in û got; “Pirsgirêka me ya destpêkê azadî ye.”

Mirady, di xebata xwe ya cûda ya mûzîka Kurdî de, piştî navbera 7 salan, bi albuma xwe ya bi navê Marmasî ya derket pêşberê muzîkhezan.

Albûma Marmasî ji 11 stranan pêk tê, ji vana 9 bi kurmancî û her du yên din jî bi Dimilkî (zazakî) ne. Gotin û besteyên 8 stranan ên stranbêj bi xwe e. Ferhat Guneş derhêneriya mûzîkê dike, hunermendên weke Vedat Yıldırım, Harun Ataman, Ferec Reh jî vokalê dikin.

Mirady, bi beste û şîroveyên xwe û şêwaza xwe ya mûzîkê jî balê dikişîne ser xwe. Albuma Marmasî ya piştî 7 salan hat amade kirin, ji "Anadolu Müzik Yapım & Cem Yılmaz"derket û di ambulê de stranên; "Way Delalê, Gulîzer, Marmasî, Lê Baranê, Meke, Bi Xatirê Te, Êdî Nagirîm, Seyran, Rîsiya, Leyla û Vace" hene.

Mirady ê ku ji Amedê ye, li şûna ku ji şêwazên mûzîkê yên hene bandor bibe, dixwaze bi şêwaz û rengê xwe mûzîka xwe pêş bixe.

Hunermendê Kurd nêrîna xwe ya têkildarê mûzîka Kurdî bi ANF’ê re parve kir û diyar kir ku pirsgirêka sereke ya hunermend û pirsgirêka Kurdan a sereke ji hev du ne cuda ne û got; “Pirsgirêka me ya sereke azadî ye.”

Mirady destnîşan kir ku mirov nikare mûzîka Kurdî û siyasetê ji hev cûda bike û got; “Ev ne tercîha me ye, çarenûsa me ye. Yanî divê êdî hunera Kurdî êdî rojev û pergala xwe ava bike. Hunera cîhanê bi kîjan mekanîzmayan bi rê ve diçe, çawa tê rêkûpêkirin, divê em jî wisa bikin. Divê hunera Kurdî êdî bi hunerên din re bikeve pêşbaziyê. Ji ber wê jî divê mekanîzmeyên çareserî bînin bêne avakirin. Beriya bi dehan sal çi pirsgirêk hebûn, îro jî weke xwe berdewam dikin.”