Fuara Pirtûkan a Frankurtê îro dest pê dike

Fuara Pirtûkan a Frankurtê îro dest pê dike

64’emîn Fuara Pirtûkan a Frankurtê ya Navnetewî di 10 cotmehê (îro) de vedibe. Ji 120 welatan nêzî 7 hezar weşanxane dê tevli fuarê bibin. Her wiha dê ji 3 hezarî zêdetir bernam bên lidarxistin û îsal dê bernameyên gelek dewlemend û balkêş pêk bê. Weşanên Mezopotamyayê jî bi bernameyên cur bi cur dê li fuarê cihê xwe bigire.

Ligel panoyê nivîsa dîjîtal ya bi navê ‘Digitale Whiteboards’ bi tabetî rêbaza xwendina pirtûkên e-book elektronîk, îsal jî dê li fuarê bê nasadin û ligel pesnan dê rexne jî hebin. Sala borî ji ber ku pirtûk di hawira elektronîk de hate pêşkêşkirin, rexne girtibû. Xwendevanan rexneyên wekê ‘ez dixwazim pirtûka xwe bigirim destê xwe û bêhna rupelên wê bigirim’ kiribû, rêbaza e-book rexne kiribû.

Îsal jî di hal 8’an de di standa ‘Hot Spot Digital Innovation’ û hal 3.0’an di standa ‘Hot Spot Kids & eReading’ di qada e-book rêbaza dijital tê pêşkêşkirin. Fuar ji bo dibistanan jî tiştên nû tîne rojevê.

poleke bi vîzyonek ya bi navê ‘3D Cyber Classroom’ ku Hal 4.2 ava kir, bi teknolojiya modern ne li hemberî xwendekran, dê bi vegotineke cuda ya ew bi xwe din ava pêşendanê de ye dê pêşkêş bike.

Galeriya Gerê –Travel Gallery’ ku dê Hal 3.1’ê de bê pêşkêşkirin îsal dê bi diyariyên nasandina geran û nasandina çandî dê dewlemendtir bike.

Mêvana rumetê ya îsal a Fuarê Zelandaya Nû ye. Zelandaya Nû di qada fuarê de di beşa ‘Forum Ebene 1’ de ligel konekî 2 hezar û 300 metre dam e, Hal 8.0, rêz M, stand-No. 950’an de dê dewlemendiyên xwe yên wêjeya netewî û dewlemendiya xwe pêşkêş bike.

Zelandaya Nû di pêvajoya fuarê de di nasandina pirtûkên xwe de ji 300’ê zêdetir bernameyên wekî panel, pêşkêşirina muzîkê, rojên îmzeyan, û sohbetan pêk bîne. Ji Zelandaya Nû gelek kadroyên çandî dê cih bigirin. Anthony Mccarten, Witi Ihimaera, CK Stead, Witi Ihimaera, Alan Duff, Joy Cowley, Lloyd Jones, Nalini Singh, Kate de Goldi, Peter Walker, Paula Morris, Aroha Harris, Paul Cleave, Alix Bosco, Chad Taylor, Paddy Richardson û ligel vê 68 nivîskar, ji 90’î zêdetir pirtûkên nû û ji 100’î zêdetir hunermend dê tevlî fuarê bibin.

Gelê Maorî ku ji sedî 15 nifûsa Zelandaya Nû pêk tîne, dê li fuarê çand û hunera xwe bide nasîn.

WEŞANÊN MEZOPOTAMYA DI HAL 3.1 - A - 124’AN DE YE

Weşanên Mezopotamya ku her sal tevlî fuarê dibe, îsa ji bo pirtûkên xwe yên nû dê rojên taybet pêk bîne. Weşanên Mezopotamya wekî her sal îsa jî bi zimanên Kurdî, (zaravayên Kurmancî û Kirmancki), Tirkî, Îngîlîzî, Almanî, erebî û Farsî pêşkêş bike. Weşanxane dê berhemên derbarê, perwerde, wêje, roman, lêkolîn, zarokan de pêşkêş bike.

Berhemên ‘Demokratische Autonomie in Nordkurdistan’ (Li Bakurê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk), ‘Der Weg in die Berge’ (Riya diçe çiya), ‘Widerstand und Gelebte Utopien“ (Berxwedan û Utopyayên tên jiyîn) û ligel pirtûka Abdullah Ocalan ‘Jenseits von Staat, Macht und Gewalt’ (Parastina Gelekî) gelek pirtûkên din yên bi Almanî û Îngîlîzî dê standê de cihê xwe bigirin.

ROJÊN ÎMZEYAN Û NASANDINA PIRTÛKAN

Li standan Weşanên Mezopotamyayê her wiha dê nasandina pirtûkan bê kirin. Nasandina yekemîn dê ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinan a Cenî ve di 12’ê cotmehê de saet di 16.00’an de dest pê bike.

Pirtûka bi navê ‘Widerstand und Gelebte Utopien’ (Berxwean û Utopyayê tên jiyîn) dê ji aliyê nûnera CENÎ ve bê nasandin.

Nasandina pirtûkên din jî dê roja înê, şemî û yekşemê bê kirin.

Nivîskar Kamer Soylemez, nivîsakar û lêkolîner Lokman Turgut û nivîskar- rojnameger Guney Aslan û gelek nivîskarên din dê weşanên Mezopotamya ziyaret bike û berhemên xwe dê bidin nasandin. Piştî sohbetan dê pirtûkên xwe îmze bikin.

Her wiha dê li standan Weşanên Mezopotamya bi mijarên cuda panel pêk bê. Nivîskar Asli Erdogan, rojnemegera Bakî Gul, Prof. Dr. Norman Peach, rojnameger Ferda Çetîn, rojnameger Edgar Auth, rojnameger Dr. Elmar Millich û nivîskar Ragıp Zarakolu dê tevli bibe.

Îsal jî dê li Fuara Pirtûkan a Frankurtê bernameyên cur bi cur pêk bê.