Bi Tirkî biaxive pir biaxive pereyê te hebe bi Kurdî biaxive!

Bi Tirkî biaxive pir biaxive pereyê te hebe bi Kurdî biaxive!

Pêşnûmeya yasayê ya ku rê dide parastina bi zimanê zikmakî pêşkêşê Serokatiya Meclîsê hate kirin. Di pêşnûmeyê de agahiyên balkêş hene. Li gorî pêşnûmeyê ger bersuc bi Tirkî nezanin, dê dewletê ji wan re werger bîne, lê ger bi Tirkî bizanin û bixwazin bi zimaneke din parastinê bikin, wê demê dê ew lêçûnên werger bidin.

Pêşnûmeya yasaya ku di dadgehan de rê li ber parastina bi zimanê zikmakî vedike, pêşkêşê Serokatiya Meclîsê hate kirin.

Pêşnûme ji 13 madeyan pêk tê. Ji bo bersuc bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bike, dê werger bên şandin. Tê payin ku pênûme di rojên pêş de bê rojeva Lijneya Giştî ya Meclîsê.

Li gorî pêşnûmeyê ger bersuc bi Tirkî nezanin, dê dewletê ji wan re werger bîne, lê ger bi Tirkî bizanin û bixwazin bi zimaneke din parastinê bikin, wê demê dê ew lêçûnên werger bidin.