Babaoglû: Perwerdeya zarokên gelekî nabe ji feraseta serdestan re bê hiştin

Babaoglû got, "Perwerdeya zarokên gelekî nabe ji feraseta perwerdeya zayendîparêz, yekperest, mezhebîperest û nîjadperest a serdestan re bê hiştin. Lewma divê saziyên me yên pêwendîdar kar û rola xwe li gorî vê yekê organîze bikin."

Berdevkê Komîsyona Perwerde û Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk Îrfan Babagolû da xuyakirin, ku bi damezrandina Komarê re polîtîkaya asîmîlasyonê ketiye meriyetê û ev 90 sal in dewam dikin. Babaoglû bal kişand ser astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û got, "Perwerdeya zarokên gelekî nabe ji feraseta perwerdeya zayendîparêz, yekperest, mezhebîperest û nîjadperest a serdestan re bê hiştin. Lewma divê saziyên me yên pêwendîdar kar û rola xwe li gorî vê yekê organîze bikin."

Îrfan Babaoglû di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de destnîşan kir, çaresernekirina pirsgirêka mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û pirsgirêka Kurd, pêwendiya xwe bi pêkneanîna demokrasiya rasteqîn heye û got, "Dibe ku perwerdeya bi zimanê dayikê cewhera pirsgirêkê ye. Lê belê desthilatdarên li Tirkiyeyê bêyî xwe bigihînin vê cewherê, bi rengekî xapandinê qala çareseriya pirsgirêkê kirin. Li dijî polîtîkayên asîmîlekirinê yên dewletê, gelê Kurd ji aliyekî ve di çand û zimanê xwe de israr kir, li aliyê din jî saziyên xwe yên perwerdeyê ji bo vê astengiyê rakin, di nava du salên dawî de dibistanên xwe vekir. Helwesta dewletê ya li hemberî vê yekê qedexekirin bû. Lê belê bi berxwedana gel û saziyan re par pêvajoya perwerdeyê ya li van dibistanan temam bû. Hejmara dibistanan îsal gihaşt 10'an. Lê ji ber ku piraniya van dibistanan li cihên mîna Nisêbîn, Cizîr, Silopiya û Geverê ne, rastî şîdeta dewletê hatin. Ev şîdet û qedexekirin li Amedê jî dewam kir. Dibistana seretayî û kreşê ya Alî Erel a îsal hat vekirin, hat mohrkirin û girtin."

PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ PARÇEYEK JI TÊKOÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Babaoglû da xuyakirin, ku heta rewşa yekperestî ya dewletê ji holê neyê rakirin, sîstemeke demokratîk weke saziyeke qanûnî û destûra bingehîn neyê afirandin, nepêkane ku perwerdeya bi zimanê dayikê bi dest û derfetên dewletê were dayîn.

Babaoglû diyar kir, daxwaz û têkoîna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, ku parçeyek ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ye, wê bidome û got, "Gelê Kurd û saziyên wê yên siyasî demokratîk, bi her wesîleyê wê van polîtîkayên asîmîle û Tirkkirinê yên hikûmetên Tirkiyeyê ji tevahiya cîhanê re teşhîr bikin. Ya kêm maye bêguman ne tenê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Pirsgirêk yekpare ye. Bi pêşketina demokrasiya siyasî re şert û merc dikarin bên guhertin. Hingî, mîna cîhana hemdem wê pêşî li perwerdeya bi zimanê dayikê vebe.

Berdevkê Komîsyona Perwerde û Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk Îrfan Babagolû ragihand, şaş e ku mirov ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li benda dewletê bimînin û got, "Ji aliyê pratîkî ve ev nepêkan e. Gelê Kurd zimanê xwe bi xwe gihandiye heta roja îro."

Babagolû da zanîn, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye ku di ser hemû qanûn û destûra bingehîn a qedexeker e û anî ziman, divê saziyên Kurd hêza xwe ji vê rewabûnê bigirin û vê yekê bikin karê xwe yê bingehîn.

PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ NABE JI FERASETA SÎSTEMA SERDEST RE BÊ HIŞTIN

Babagolû bibîr xist, ku perwerdeya asîmîlekirinê ya li ser bi mîlyonan zarokên Kurd tê ferzkirin, êdî nameşe û ev nirxandin kir: "Yê ku vê rastiyê herî baş dibîne dewlet bi xwe ye. Li gelek bajar û navçeyên me, mesajê ji mamosteyan re dişîne û ji wan re radigihîne ku heta demeke nediyar dibistan hatine girtin û ji wan dixwazin bajêr biterikînin. Dibistanên mezin ji bo armancên leşkerî tên bikaranîn. Zarok bêpewerde tên hiştin. Polîtîkaya asîmîlasyonê ya bi salan tê meşandin, têk çûye. Israra dewletê ya di perwerdeya Tirkîtî û tekperestiyê de nayê fêmkirin. Gel zane bûye. Naxwaze jiyaneke bi zor û bi tirsê bijî. Gel dixwaze li welatê xwe bi awayekî azad û wekhev bijî. Parçeyekî vê jiyanê jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ev yek bi awayekî zelal tê dîtin. Lewma perwerdeya zarokên gelekî nabe ji feraseta perwerdeya zayendîparêz, yekperest, mezhebîperest û nîjadperest a serdestan re bê hiştin."

Baboglû da xuyakirin, ku ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan bi organîzekirina perwerdeya xwe ya bi zimanê dayikê heye û got, "Eger em naxwazin bi awayekî neteweyî bên tinekirin, divê em li xwe, li cewhera xwe û li perwerdeya xwe vegerin."

...