BI DÎMEN

'Li gel êrîşan jî gelê Kurd wê bi ser bikeve'

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Rojava yê li Elmanyayê Dr. Abdulkerîm Omer got, "Gelê Kurd di sedsala nû de li gel zextan jî wê bi ser bikeve."

BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Berdevkê Rêveberiya Xweser ê li Elmanyayê Dr. Abdulkerîm Omer anî ziman ku plan û êrîşên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk dewama pêvajoya qirkirinê ye ku bi Peymana Lozanê destpê kir.

Omer ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku dewleta Tirk 100 sal in hewl dide gelê Kurd îmha bike, destketiyan tine bike û got, "Li ti devera cîhanê statuyeke Kurdan qebûl nake. Ji bo tinekirina wê jî serî li dek û dolaban dide, plan û komkujiyan dike."

Omer bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re ya ji bo têkbirina Şoreşa Rojava û dagirkirina Efrînê, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komkujî û guhertina demografiyê bi bîr xist. Omer got, "Jİ bo qetilkirina Kurdan û tinekirina destketiyan hemû krîzên li cîhanê ji bo xwe weke firsendekê dibîne. Tenê tiştekî dixwaze, ew jî tinekirina Kurdan e. Ji bo hikumetên Başûr û Iraqê tevlî vê hewldana xwe bike, hevdîtin kir. Ev hemû bazarî ji bo qirkirina Kurdan bû."

WÊ NIKARIBIN ENCAMÊ BI DEST BIXIN

Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk nikare xwe li statu û hêza rêxistinî ya Kurdan rabigire û got, "Kurdan li cîhanê li dijî terorîzmê roleke mezin lîstin. Jinên Kurd li cîhanê têne naskirin û bi rola pêşengiyê radibin. Li cîhanê dostên Kurdan çêbûn. Li Tirkiyeyê siyaseta ji bo têkbirina siyaseta Kurdan têk çû. 25 sal in tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin. Dest danîn ser hemû şaredariyan. Siyasetmedarên Kurd girtin. Tevî van hemûyan jî siyaseta Kurd di hilbijartinên xwecihî de destketiyên xwe ji nû ve bi dest xistin. Erdogan û partiya wî di asteke mezin de têk çûn. Êdî dibînin ku Kurd li her derê xwedî li hêz û destketiyên xwe derdikevin. Ji bo tinekirina vê jî wê şensê xwe yê dawî biceribînin. Vaye dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kirin. Wê ji vê jî nikaribin encamê werbigirin. Wê bi ser nekevin. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Gelekî bi rêxistin e. Xwedî hêz, siyaset û projeyan e."