Dengbêj, şoreşger û şervanê azadiyê: Emre Atabay

Ji bo şehîd Îbrahîm Sari yê ku xwest çanda dengbêjiyê bidomîne û li ser şopa Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhat, Hozan Argeş, Delîla û Viyan Peyman bimeşe, berhemên hunerî parçeyek ji jiyana wî bû.

Di van rojên ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê roj bi roj mezin dibe, dewleta Tirk a dagirker zext û êrîşên xwe yên li ser gel zêde kiriye. Gelê Kurdistanê ku bi hezaran sal in di bin êrîş û zilmê de ye, her tim li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Li çiyayên Kurdistanê şervanên azadiyê bi çalakiyên xwe derbên giran li dijmin dixin. Yek ji van şervanan jî Emre Atabay (Îbrahîm Sari) bû.

Emre Atabay di sala 1991'an de li navçeya Ebexê ya Wanê ji dayik bû, dema ku Kurdistan di bin êrîşên dijwar de bû, di malbateke welatparêz a xwedî nirxên xwe de bi çanda welatparêziyê mezin bû. Emre Atabay ku di temenê xwe yê biçûk de êş û zordariya li ser gelê Kurd dît, tişta ku li ser gelê Kurd hate ferzkirin qebûl nekir. Ji bo vê jî di temenekî biçûk de dest bi lêgerînê kir û Tevgera Azadiya Kurd ji nêz ve nas kir. Atabay ku di nava xebatên ciwanan de cih girt, xwest pêşkeftineke mezintir bike. Tenê rêyek li pêş wî hebû; Û ew çiyayên Kurdistanê bûn.

Atabay di sala 2009'an de dema çû çiyayên Kurdistanê jiyaneke nû li pêşiya wî bû. Êdî wê têkoşîna xwe li çiya bidomanda. Wê bi deng û rengê xwe çiya, deşt û newalên Kurdistanê bixemilanda. Îbrahîm Sarî navê xwe ji fermandarê mezin ê PKK'ê Sari Îbrahîm girtiye. Gerîla Îbrahîm Sari ku her tim dixwest li ser şopa şehîdan bimeşe, xebatên hunerî parçeyek ji jiyana xwe dît. Xwest çanda dengbêjiyê bidomîne û li ser şopa Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhat, Hozan Argeş, Delîla û Viyan Peyman bimeşe.

Îbrahîm Sari yê ku jiyana ku li çiya lê digeriya dît, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, zû hînî jiyana gerîlatiyê bû. Îbrahîm ku bi deng, kenê xwe, bi coş, moral û bi zîrekiya xwe ya pratîkî bala hemû hevalan dikişand ser xwe. Şehîd Îbrahîm herî zêde li Bakur li qada xwe weke gerîla xebitî. Îbrahîm Sari ku bi taybetî li Wanê ku lê ji dayik bû gerîla bû, li herêma Colemêrgê jî çalakiyên serkeftî pêk anî. 

BI 8 HEVREYÊN XWE BI QEHREMANÎ LI BER XWE DAN

Evîndarê azadiyê Îbrahîm her ku li çiyayên Kurdistanê digeriya gelek çîrokên lehengiyê dibihîstin. Gerîla Îbrahîm ku ji bo tolhildana hevalên xwe yên şehîd û pêkanîna xeyalên wan bi biryardarî meşa xwe ya azadiyê berdewam kir, çiyayên Kurdistanê bi kilamên xwe xemiland. Rastiya ku di îbrahîm de cih girtiye, rastiya şoreşa hevdîtinê ya hunerê ye. Mîna pira di navbera şoreş û hunerê de, di navbera huner û gerîla de ye.

Şehîd Îbrahîm ku li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe pêş xist, bi beşdarbûna Operasyona Şoreşgerî ya Elkê ya ku di sala 2015’an de derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xist. Îbrahîm Sarİ û hevalên wî yên ku di vê operasyonê de 24 saetan bi qehremanî li dijî dijmin şer kirin, derbeyên mezin li artêşa Tirk xistin. Dijmin êdî di tu baregehên xwe de rehet nedibû. Îbrahîm Sari piştî şerê 3 rojan bi 8 hevrêyên xwe re bi qehremanî li ber xwe da û tevlî kerwanê şehîdan bû.

Şehîd Îbrahîm Sari ku bi can, çalakî û duayên xwe dilê hevrêyên xwe xweş kir, bû hozanê welatê xwe. Wî heta nefesa xwe ya dawî ji bo welatê xwe û gelê xwe şer kir. Gelê Kurd wê her tim bi şervanên xwe yên weke Îbrahîm Sari serbilind be.