Pirtûka ‘Me ji çiyayan pirs bikin’ di Newrozê de tê weşandin

Pirtûka Ferîde Alkan a bi navê ‘Me ji çiyayan pirs bikin’, ji aliyê Weşanên Meyman ve derket. Pirtûka ku bi tevlêkariyên Newaya Jin ji çapê re hatî amadekirin, xwîneran dibe dilê gerîla Botanê.

PIRTÛKA 'ME JI ÇIYAYAN PIRS BIKIN'

“Cûdî navê pîroziya 20 hezar salane. Ev cihê ku keştiya Nûh lê sekinî, îlhama lêgerînvanan e…

Hezkiriya yên ji rokê bawer dikin, bi ronahiyê hişyar dibin e

Xwelêgerîn îfadekirina serpêhatiya mirovahiya bi milyonan salan e…

Dergûşa yên li ber zaliman serî natewînin e, warê berxwedanê yê Kurdên Mezoptamyayî yên ji qewmê çiyê ne, stargeha wan e.

…”

Pirtûka Ferîde Alkan a bi navê ‘Me ji çiyayan pirs bikin’, bi tevlêkariyên Newaya Jin ji çapê re tê amadekirin. Pirtûk di Newrozê de ji bo xwîneran tê weşandin. 23’yê Adarê li Frankfûrtê şahiya Newrozê tê lidarxistin. Di şahiyê de ev pirtûk wê di standa çapxaneya Meyman de cih bigire. Her wiha li ser navnîşana pirtukxane.net a Çapxaneya Meyman mirov dikare pirtûkê temîn bike.