BI DÎMEN

Li Moskowayê pêşbirk: Govenda Kurdî xelat wergirt

Li paytexta Rûsya Moskowayê pêşbirka reqsê-govendê hate lidarxistin. Koma Govenda Kurdî 'Rûken' xelat wergirt.

Pêşbirka xelata Rûsyayê ya giştî ya reqsê ya Gelan ku 9’ê Adara 2024’an li paytexta Rûsya Moskowayê hate destpêkirin, li Qesra Çandê ya Zanîngeha Ragihandinê ya Rûsyayê hate lidarxistin. 80 komên reqsê tevlî pêşbirkê bûn. Gelek ji van koman di pêşbirkên navneteweyî de xelat wergirtine.

Ji pisporên Çand û Hunerê yên Federasyona Rûsyayê, jurîtiya pêşbirkê kirin. Ji serokatiya komîsyona koreografî ya Wezareta Çandê ya Moskowayê V. G. Şerşnev û ji serokatiya Beşa Reqsên Gel a Enstîtuya Çandê ya Dewletê ya Moskowayê Y. G. Derevyagîn serkêşiya jurîtiyê kirin.

Koma reqsê ya Kurd ‘Rûken’ beşdarî pêşbirkê bû û di beşa ‘folklorê’ de xelat wergirt. Koma ‘Ruken’ xwepêşandana bi navê “çîrokên Kurdan ên çiyayên Colemêrgê” nîşan da û ev pir hat ecibandin.