BI DÎMEN

Dîroka Kurdan bi hunera xwe dide naskirin

Wênesaz Roder Îbrahîm ê ku azweriya xwe ya hunerê bi zarokan re parve dike û dike ku hunermendên nû bigihêjin, hewl dide çand û dîroka Kurdan bide naskirin.

LI ROJAVA WÊNESAZÎ

Roder Îbrahîm ê ji bajarê Qamişloyê ye û ji 16 saliya xwe ve dest bi wênesaziyê kiriye, hem hunera xwe pêş dixe û hem jî dersên wênesaziyê dide.

Roder Îbrahîm ê ku xeyala xwe ya zaroktiyê pêk anî, bi taybetî hewl dide sembol û çanda gelê Kurd di tabloyên xwe de bide pêş. Roder ê ku sûdê ji koka xwe werdigire û bi hunerê re dihûne, balê dikêşe ser wê yekê ku huner hest û ramanên mirov bi awayekî herî xurt vedibêje û tîne ziman ku divê di her qadê jiyanê de ev huner hebûna xwe berdewam bike. Roder Îbrahîm ê ku ji bilî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser înternetê beşdarî pêşangehên ku li welatên wekî Iraq, Urdun, Misir û Kiwêtê tên lidarxistin dibe, berhemên xwe yên li ser dîroka Kurdan nîşanî gelek mirovan dike. Roder ê ku li gorî daxwazên hezkiriyên hunerê tabloyên resen xêz dike û bi vî rengî debara xwe dike, di her berhemên xwe de hest, raman û nasnameya xwe ya Kurdîtiyê nîşan dide.

KAPASÎTEYA KEŞFKIRINÊ YA CIWANAN 

Roder, anî ziman ku ew ji sala 2013’yan ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giranî daye xebatên hunerî û dibêje ji bo huner û hunermendên ciwan pêşbikevin divê xebat dewam bikin. Roder di vê çarçoveyê de perwerdehiyên hunerî dide ciwanan û hewl dide kapasîteya wan a keşfkirinê pêş bikeve. Roder bi berhemên xwe yên ku herî baş bandorên civakî û çandî yên hunerê nîşan dide û bala hezkiriyên hunerê dikişîne.

PERWERDEYÊ DIDE 15 XWENDEKARAN

Roder Îbrahîm ê ku atolya xwe ya wênesaziyê di sala 2015’an de vekir, di her heyamê de herî kêm 4 mehan wêneyên ku bi pênûsa reş a komirî tê çêkirin hînê 15 xwendekaran dike û piştî wê nêzî 6 mehan jî wan hînê xêzkirina bi boyeyan dike. Temenê xwendekarên Roder jî ji 11 û jortir in. Roder hunera xwe ne tenê weke şêweyekî îfadekirinê, di heman demê de weke navgîneke perwerdeyê dinirxîne. Roder ê ku xebatên pêşxistin kapasîte û hunera ciwanan dimeşîne, ji bo hunermendên siberojê dibe çavkaniyê îlhamê.