Di nîşandana fîlm a Marsîlyayê de destek ji bo kampanyaya PKK'ê

Li Marsîlya ya Fransayê fîlmê Pres ê Sedat Yilmaz hate nîşandan û her wiha rojnameya girtiyên jin ên li girtîgeha Mêrdînê hate nîşandan. Ji bo ku PKK ji lîsteya 'terorê' were derxistin peyamên destekê dan.

Nîşandana fîlm û pêşengahê li hêwana sînameyê ya Alhambra çêbû. Ji bo ku balê bikişînine ser zexta li ser nûçeginan gelen komên çepgir tevlî bernameyê bûn.

Dema bernameyê têkilî êrîşên li ser HDP'ê, êrîşên dagirker ên Tirk ên li esr Rojava û ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin danezan û afîş hatin belavkirin.

Di serî de Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Lîga Mafê Mirovan a Marsilyayê, Meşa Jinên Cîhanê, Tevgera Herêma Paca ya Dijnîjatperest û Dostaniya Nav Gelan (MRAP), Tevgera Aştiyê ya Paca, Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA), Partiya Komunîst (PCF), Partiya Çepgir, Solîdarîte Lîberte Provence (Piştevanî û Azadî) û Sendîkaya CGT'ê gelek partî û rêxistinên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn. Ev hemû organîzasyona di nav Platforma Piştevaniya Kurdistanê de cih digirin.

Her wiha Rêveberê Weşanê yê rojnameya xwecih La Marseîllaîse Leo Purguette jî tevlî çalakiyê bû.

Putguette beriya xwpêşandanê axivî û got têkoşîna Kurd pir bandor li ser kiriye û ew ê piştevanê Kurdan in. Putguette got ew ê di rûpelên pêşî yê rojnameyê de cih bidin kampanyaya ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê'' were derxistin.