BI DÎMEN

Şêniyên Efrîn û Şehbayê êrîşên li dijî gerîla şermezar kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo şeremzarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê meşiyan.

Bi girseyî şêniyên Efrîn û Şehbayê li pêşîya parka 4'ê Nîsanê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Di meşê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Metînayê hatin şermezarkirin.

Di meşê de dirûşmeyên ''Na ji dagirkerîyê re, bijî berxwedana gerîlla, na ji îxanetê re'' hatin berzkirin û gel ber bi qada navçeya Ehdas ve meşiya.

Li navçeya Ehdas piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê rêveberiya Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî. Ferhan di depêka axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got, ''Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbeyên giran li dewleta Tirk xist. Desthilatdarî li Bakurê Kurdistanê jî di hilbijartinên şeredariyan de dîsa bi bin ket. Ji bo wê dixwaze têkçûna xwe bi rêyên din bide veşartin û êrîşên xwe zêde dike.”