BI DÎMEN

Li Kobanê ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Ciwanên Kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê daketin qadan.

Ciwanên Kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daketin qadan. Jinên ciwan bi wesayîtan di nava bajar de geriyan. Ciwanan di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimre xiyanet” berz kirin.

Ciwanan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya mala Barzanî dixwazin gelê Kurd tune bike û banga geşkirina têkoşînê kirin.