BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî li dar ketin.

QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, meşeke girseyî lidar xist û daxuyanî da.

Meşê ji Çerxerêya Sunî ya navenda bajêr bi beşdariya sedan kesan dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûbar li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li wir li ser navê girseyê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û cîgirê hevserokên Kongreya Îslama Demokratîk Mazin Harûnî axivîn.

Axêveran got dewleta Tirk hewl dide bi şantajkirina av, petrol û çavkaniyên din ên xwezayî zextê li ser Iraqê bimeşîne û bike hevkara êrişên xwe û diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk li dijî hemû netewe, bawerî û çandan e, lewma divê hemû pêkhate li dijî dagirkerî û êrişan têkoşînê mezin bikin.

Çalakî bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bimire xiyanet” bi dawî bû.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajêr li Qada Azadiyê kom bûn û dest bi meşê kir. Meş li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya. Li wir hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî.

Hesen got: "Dewleta Tirk hebûna nasmeya gelê Kurdistanê qebûl nake, lewma êriş dike lê belê Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo azadiya gelan û bidestxistina ewlehiyê, canê xwe feda dikin."

Hesen destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê her tim piştevanê HPG`ê be û piştgiriya berxwedana wê ya li hember artêşa Tirk a dagirker bike.

Her wiha Hesen hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk re di êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxayê jî şênî daketin qadan û heta Qada Şehîd Mahsûm meşiyan.

Li qadê heserokê Şaredariya Gel a navçeyê Feysel Hesen axivî û got: "Em berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî xiyanet û dagirkeriyê silav dikin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê hewl dide Osmaniya Nû li ser hesabê gelê Kurd û gelên azadîxwaz vejîne. Ji ber wê divê hikumeta federal a Iraqê bi planên Tirkiyeyê nexape ji ber ku Tirkiye dê Iraqê veguherîne qada şerekî demdirêj."

Feysel bang li glee Kurd kir ku li hember xiyaneta PDK`ê hevgirtina nîştimanî xurt bike û soz da ku têkoşînê û berxwedanê li rex gerîla mezin bikin ta ku tevahî herêmên dagirkirî ji destê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê rizgar ibkin.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê daketin qadan û piştgiriya berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê kir.

Şênî ji Qada Jina Azad ta sûka navendî meşîn û li wir bi navê Însiyatîfa Gel a navçeya Dirbêsiyê Mihemed Gotî axivî û got: "Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî HPG`ê de, xiyaneteke mezin e."

Gotî destnîşan kir ku siyasetên qirker ên dewleta Tirk ku li dijî gelê Kurd bi rêya van êrişan tê meşandin, dê bi bin bikevin.

TIL BIRAK

Li Til Birakê jî hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Weid Ilêwî axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember wan êrişan şermezar kir.

Her wiha Weid bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin ji ber sûcên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

EYN ÎSA

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî li ber Mizgefta Mezin kom bûn û dest bi çalakiya xwe kir. Girse heta Çerxerêya Şehîd Cûdî meşiya.

Li çerxerêyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Heza Mihemed axivî û êrişên dijminane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û destnîşan kir ku li hember wê dê asta berxwedanê û têkoşînê mezin bikin.

Mihemed bang li gelên azad kir ku bibin yek, piştgiriya gerîla û QSD`ê bikin.

Her wiha Heza Mihemed teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li hemberî planên mêtingeriyê kir.