Cenazeyê şervanê QSD’ê Rojhat Dêrik hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Rojhat Dêrik yê di 22’ê Nîsanê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) Rojhat Dêrik (Silêman Silêman) yê di 22’ê Nîsanê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin. Bi sedan şêniyên Dêrik û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê tevlî merasîma veşartinê bûn.

Girseya gel cenazeye şervanê QSD’ê Rojhat Dêrik ji Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin. Li goristanê, şervanê QSDˊê Xalid Mihemed axivî û got, şehîd Rojhat Dêrik soz da şehîdan ku ew ê li ser rêça wan bimeşe û heta asta şehadetê li ber xwe da.

Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radstî malbatê hat kirin.