Cenazeyê Şehîd Xebat Turkmen û Dilşer Serêkaniyê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Xebat Turkmen û endamê HRE’yê Dilşêr Serêkaniyê bi merasîmekî li Reqayê hatin veşartin.

MERASÎMA ŞEHÎDAN

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiye yê bakurê Reqayê kom bûn û tevlî merasîma xiyabî ya şehîdê Hêzên Parastina Gel (HPG) Xebat Turkmen (Mihemed Hînawî) ku 23’yê Adarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û şehîdê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Dilşêr Serêkaniyê (Ebdurehman El Sofî) ku 30’yê Çileyê şehîd bûye, bûn.

Di merasîmê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya kantona Firatê Mehmûd Qeremox axivî û fedakariyên şehîdan û têkoşîna wan di oxira bidestxistina azadiyê de silav kir.

Qeremox wiha domand: "Heta kêliya dawîn em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê projeya neteweya demokratîk û projeya şehîdan ku bi xwîna xwe xêz kiriye, em ê bi ser bixin."

Endamê Desteya Şehîdan û Birîndaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û apê şehîd Dilşêr Mihemed El Sofî got: "Em bi kurê birayê xwe serbilind im.  Kurê me soz da şehîdan û soza xwe anî cih ku di oxira parastina gel û axa xwe de canê xwe feda kir. Em soz didin ku rêya wî heta serkeftinê temam bikin."

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hîna bi awayekî hovane êrîşî herêmên me dike. Li pêşiya me pêvajoyeke siyasî heye û divê em ji şehîdên xwe re îsbat bikin ku em ê rêya serkeftinê temam bikin."

Zelîxe wiha domand: "Berê jî me gotibû, em gav paşde navêjin. Em xwedî mîrasa Rêber Abdullah Ocalan in ku eşqa azadiyê fêrî me kir."

Di dawiyê de wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Dilşêr ji aliyê hevalên wî ve hate veşartin.