BI DÎMEN

Bi 789 kooperatîfan hem piştevanî hem jî pêşvebirina aboriyê

Li Kantona Efrîn-Şehbayê bi projeya kooperatîfê re hem aborî tê pêşvebirin hem jî piştevanî û alîkarî tê kirin. Di nava 2 salan de 5 hezar û 200 malbat tevlî 789 projeyên kooperatîfan bûn.

LI EFRÎN-ŞEHBAYÊ KOOPERATÎFBÛYÎN

Piştî ku dewleta Tirk di sala 2018'an de EfrÎn dagir kir, xelkê Efrînê koçî Şehbayê kir û ji bo bi hêza xwe aboriya xwe bi pêş bixîne gelek proje afirand. Yek ji van projeyan jî projeyên kooperatîfan bû ku sala 2022'an destpê kir. Ji Rêveberên Projeyên Kooperatîfan a Kantona Efrîn-Şehbayê Yahya Hesen Mihemed qala projeyên kooperatîfan kir.

Yahya Hesen anî ziman ku Projeyên Kooperatîfan ên Kantona Efrîn-Şehbayê sala 2022'an destpê kirin û got, "Piştî dagirkirina Efrînê ji bo xelkê ku koçî Şehbayê kir pêwîstî pê hate dîtin ku projeyên kooperatîfan bêne avakirin. Xelkê Efrînê ji xweza û şênkahiyê hez dike. Ji ber taybetmendiyên cografî yên kantonê em li qadeke welê ne ku ji bo kooperatîfan guncaw e. Me xwe li ser sîstema komun bi rêxistin kir ku civak yekser di nav de heye. Bi rêya komunan me 5-6 malbat li hev kom kir û kooperatîfên zîreetê afirand. Ji bo pêşketina civakê û dewamkirina jiyana rojane rêxistiniya kooperatîfan girîng bû. Ji bo xurtkirina piştevaniya navbera gelan, kolektîvîzm û aboriya li ser bingeha hêza xwe, gaveke girîng bû. Me hektarek, du hektar zevî dan malbatekê. Di her projeya kooperatîfan de çend malbat hebin me li gorî wê hektar diyar kirin. Eger 7 malbat hebin heta 10 hektarî zevî radestî malbatan tê kirin. Me çandinî jî li gorî pêwîstiyê diyar kir. Kooperatîfa me ya herî girîng jî kooperatîfa genim e ku pêwîstiya sereke ye. Ji bilî genim her wiha ceh, kîmyon û pêwîstiyên din hatin diyarkirin."

PIŞTGIRIYA JI BO XWEDIYÊN KOOPERATÎFAN

Yahya Hesen qala karên kooperatîfan ên 2 salan kir û got, "Ji ber ku projeyeke nû ye, ji bo malbatên tevlî kooperatîfan bûn me piştgiriya madî pêşkêş kir. Ji cotkirina zeviyan heta bi çinînê û çandina şitlan, me pêwîstî hemû bi rêxistin kir. Zibil û dermanên li hemberî nexweşiyan hatin kirîn. Ji ber ku proje nû ye em kooperatîfan yekser xwedî dikin, lê belê salên bê wê kooperatîf bigihêjin wê astê ku bi tena serê xwe kar bikin. Em hewl didin derfetên avdanê biafirînin. Lewma cihê şilî tercîh dikin.

Di sala 2022'an de 2 hezar û 100 hektar zevî ji bo kooperatîfa zîreetê hatin bikaranîn. 227 kooperatîfên zîreetê hatin afirandin. Ji sedî 65 encam ji van projeyan hate wergirtin. Hin projeyên me encama ku dixwest pêşkêş nekir. Ji ber ku êriş hebûn, ambargo hebûn, her wiha şert û mercên demsalê jî guncaw nebûn. Ji bilî kooperatîfa zîreetê yekemcar kooperatîfa firinê hate avakirin. Rojane bi 7 hezar kîsikî nan tê lêxistin."

ARMANCA ESASÎ XURTKIRINA PIŞTEVANIYÊ YE

Yahya Hesen destnîşan kir ku armanca esasî ya kooperatîfan misogerkirina ahengî, yekîtî û piştevaniya li nava civakê ye û têkildarî qezenca ji kooperatîfan jî got, "Bi piştevanî û alîkariyê, malbat jî ji qezencê parekê werdigirin. Ji bilî piştgiriya ji bo pêkhatina kooperatîfan em hatineyekê bi dest naxin. Hatineya tê bidestxistin jî ji bo projeyên kooperatîfan ên cuda têne bikaranîn. Ji hatineya ji projeyên kooperatîfan em ji sedî 15 werdigirin, yên mayî jî di nava malbatên di kooperatîfan de parve dikin."