Emîne Şenyaşar: Erdoganê ku doz li min vekir çima kiryaran negirt?

Emîne Şenyaşar bal kişand ser doza ku bi hinceta "heqaret li serokomar kiriye” hatiye vekirin û pirsa; "Zarokên min qetil kirin û li ser vê dozê li min vedikin, çima Erdogan wan negirt?" kir.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterên AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 84’emîn de didome. Şenyaşar nobeta xwe bi kurê xwe ê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar re domand. 
 
BERTEK NÎŞANÎ VEKIRINA DOZÊ DA
 
Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û têkildarî doza derbarê wê de bi îdiaya “heqareta li serokkomar” hatiye vekirin de wiha got: “Zarokên min dikujin û radibin li ser vê jî dozê li min vedikin? Zarokên min kuştin. Erdogan çima wan nagire. Bi salan e li avahiyên edliyeyan digerim, êdî bes e. Alîgiriya dizan û mafyayan dikin, lê belê dozan li min vedikin.”
 
‘EM JI BO EDALETÊ LI VIR IN’
 
Çalakiya rûniştinê ya Sevînç Çakara kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatiye girtin û bi Emîne Şenyaşarê re rûdine, di roja 10’emîn de berdewam kir. Çakir jî ev tişt gotin: “Em ji heman pergalê daxwaza edaletê dikin. Êşên cuda cuda didin kişandin, heqê we bi vê yekê nîn e. Em we vedixwînin edaletê. Em di çarçoveya rêgezên hiqûqî yên gerdûnî de, dixwazin dadgeh adîlane tevbigerin û edaletê belav bikin. Van êşan li me nedin kişandin, edaletê pêk bînin.”