FEDA bertek nîşanî gotinên nefretê yên li dijî Elewiyan da

FEDA'yê bertek nîşanî gotinên Melîh Gokçek ê AKP'î yên li dijî Elewiyan da û bal kişand ser armanca dewletê ya asîmîlasyon û qirkirina çandî.

FEDA DAXUYANÎ

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de wiha hat gotin: “Piştî hostayê saz û peyvê Guven Coşkuner ê ku li gundê Akçaenişê mîrekî tembûr û peyvê bû, li gundê Elewiyên Tirkmen Tahtaci yê Antalya/Elmaliyê dema definkirinê de tembûr hat lêdan, Melîh Gokçek di axaftinên xwe de heqaret li baweriya elewiyan kir."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Melîh Gokçek bi gotinên ‘Heke hûn wan kesên bi orkestrayê re zû hatine definkirin bibînin, şaş nemînin. Li Antalyayê ji bo miriyekî jî saz lêxistin’ bi daxuyaniya xwe re bêhurmetî li rayedarên cenazeyên Elewiyan kir. Nimûneyên bixwîn ên ku di encama axaftinên bi vî rengî de diqewimin, piştî daxuyaniya ku hat gotin 'Elewiyan êrîşî mizgeftê kirine' qirkirina Mereşê hat kirin. Li pişt vê axaftina nefretê planên xwînî yên tarî hebû û di pêvajoyên jêrîn de, li ser bingeha vê gotara dijminane, êrîşî elewiyan kir.

Ji aliyekî ve bi alîkariya dewletê armanc dikin ku Elewiyan asîmîle bikin, li aliyê din jî bi tirsandina Elewiyan bingeha qirkirina çandî amade dikin.

Em hêvî û daxwaz dikin ku saziyên edaletê li dijî vê heqaretê bikevin nava tevgerê. Ji ber van daxuyaniyên ku dê li dijî Elewiyan bibe sedema komkujî û qirkirinê, divê Melîh Gokçek weke  provokatorê qirkirina Mereşê Okkeş Kenger bê darizandin û cazeyê heq dike lê bê birîn.”