Parêzer Bekçî: Çalakiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê, her kesê eleqeder dikin!

Parêzera OHD’î Bêrîvan Bekçî destnîşan kir ku çalakiyên boykotê yên li girtîgehan li dijî tecrîda Îmraliyê dewam dikin, her kesê eleqeder dikin û got: “Çalakiya girtiyan li dijî binpêkirinên mafan û êşkenceyê, israra di jiyana bi mirovane de ye.”

BOYKOTA LI GIRTÎGEHAN

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, were şikandin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bibe, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 27’ê Mijdara 2023’yan greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan hate destpêkirin. Çalakiya li girtîgehan hate veguheztina qonaxeke nû. Girtiyên siyasî ku greva birçîbûnê ya bêdem bi dawî kirin, ji 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û vir ve biryar dan ku hevdîtinên bi malbatan re û bi telefonê pêk neyînin û dadgehan boykot bikin. Endama Komîsyona Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bêrîvan Bekçî ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku heta encam tê wergirtin û tecrîd tê şikandin, girtî bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin.

‘GIRTÎ BI BIRYAR IN KU BOYKOTÊ BIDOMÎNIN’

Bêrîvan Bekçî bi bîr xist ku li 13 girtîgehên li herêma Marmarayê ji 4’ê Nîsanê û vir ve boykot hate ragihandin ku girtî wê hevdîtinên bi malbatê re û bi telefonê pêk neyînin û wê nederkevin dadgehan. Bekçî diyar kir ku weke parêzerên OHD’î wan serdana girtîgehên ku li dijî tecrîdê çalakî lê dewam dikin, kir û destnîşan kir ku girtî bi biryar in ku heta encamê werdigirin, boykotê bidomînin.

‘SÎSTEMEKE TECRÎDÊ KU LI CÎHANÊ MÎNA WÊ TUNE YE’

Bekçî bilêv kir ku li Girtîgeha Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ku li cîhanê mîna wê tune ye, tê pêkanîn û got: “Ev tecrîd qasî qadên polîtîk û ekonomîk, bandorê li hemû qadên din ên jiyanê jî dike. Lewma tecrîda Îmraliyê her kesê eleqeder dike û divê her kes li dijî vê tecrîdê rabe.”

Bêrîvan bekçî ev tişt jî got: “Di her serdaneke me de, tişta destpêkê ya ku ji girtî ji me dixwazin ew e ku em bibin dengê wan. Fatûraya tecrîd û neçareseriyê, li her kesê vedigere. Girtî dixwazin ku her kes bikeve ferqa vê yekê û li dijî vê êşkenceyê deng derxînin. Dewlet dixwaze êşkenceyê normalîze bike, girtî jî dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Di tecrîdê de israr, di binpêkirina mafan, êşkence û şer de israr e. Girtî jî bi van çalakiyên xwe li dijî van ferzkirinan ji bo daxwaza jiyana bi mirovane israr dikin. Divê her kes vê baş fêm bike.”