KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir: Dakevin qadan

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Metînayê bang li gelê Kurd û dostan kir ku dakevin qadan.

BANGA KCDK-E'YÊ YA TÊKILDARÎ METÎNAYÊ

KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û got, "Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan li Metînayê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk li hemberî sekna bi milyonan mirovî ya di hilbijartinên 31'ê Adarê de nîşan da, ji bo karibe desthilatdariya têkçûyî li ser piyan bihêle, bi PDK'ê re li Metînayê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir û careke din rûyê xwe yê dijminatiya li Kurdan nîşan da."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a mêtinger bi plana têkbirinê êrîşî destketî û nirxên gelê Kurdistanê dike, bi dagirkerî û komkujiyê dixwaze encamê bi dest bixe û hate gotin, "Berxwedana gelê Kurd û têkoşîna şervanên azadiyê ev plan yek bi yek têk birin. Plana têkbirin û tasfiyekirinê ya dewleta Tirk têk çû.

Weke ku di dîroka Kurdistanê de timî tê dîtin, îro jî hate dîtin ku dewleta Tirk a mêtinger ji ber ku dibîne nikare bi hêza leşkerî û dagirkeriyê encamê bi dest bixe, dixwaze bi rêya hêzên hevkar encamê werbigire. Dema ku em bala xwe didin ser dîroka xwe, dibînin ku gelek berxwedan bi rêya nokeran hatine tasfiyekirin.

Dewleta Tirk a qirker ku li pêşberî têkoşînê tengav bûye, bi piştgiriya PDK'ê dixwaze komkujiyan bike û têkoşînê tasfiye bike. Di van êrîşên giran ên li dijî gelê Kurd de ji ber xiyanetê dagirkeran temenê xwe dirêj kirin. Vî mejî li Başûrê Kurdistanê bi daxwaza Saddam windahiyên giran bi gelê Kurd da kirin.

Di sedsala 20'an de ji ber ku Kurd ne rêxistinî û ne yek bûn, hatin parçekirin û bi piştgiriya nokeran serhildan hatin têkbirin. Lê belê dîrokî hînî me kir ku dewleta Tirk a mêtinger baweriya xwe bi Kurdên noker jî nîne. Piştî tasfiyekirina serhildanan, noker jî hatin qetilkirin. Rêxistinî û têkoşîna gelê Kurdistanê xwedî wê hêz û têgihiştinê ye ku sedsala 21'ê bike sedsala azadiyê ya gelê me."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker îro jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên ku têkoşîna rûmetê ya gelê Kurdistanê dimeşîne bi piştgiriya PDK'ê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kiriye û hate gotin, "Êrîş li dijî tevahiya gel û nirxên Kurdistanê ye. Her Kurdistaniyên dilsozê xak, nirx û gelê xwe, divê rabûna li ber van polîtîkayên qirêj ji xwe re bike wezîfeyeke neteweyî û têkoşînê bilind bike.

Roj ew roj e ku bi ruhê yekîtiya neteweyî destketiyên gelê Kurdistanê biparêze, ji bo parastina paşerojê li dijî polîtîkayên êrîş, komkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedan bê mezinkirin.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li gel û rewşenbîrên Kurdistanê hemûyan dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku bi piştgiriya PDK'ê dike, berjewendî û parşeroja gelê Kurdistanê di ser her tiştî re bibînin, ji bo têkbirina van polîtîkayên qirêj li her derê dengê xwe bilind bikin."