Ji 9 rojnamevanan re astengiya hevdîtina parêzeran

Dewleta Tirk a dagirker li Stenbol, Enqere û Rihayê di serdegirtinên malan ên li dijî çapemeniya Kurdî de 9 rojnamevan binçav kir û her wiha mafê rojnamevanan ê hevdîtina parêzeran jî asteng kir.

Li Stenbol, Enqere û Rihayê vê sibehê di serdegirtina malan de 9 rojnamevan hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê hatin kirin de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û  xebatkarên çapemeniya azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balcî, Şîrîn Ermîş û rojnamevan Erdogan Alayumat hatin binçavkirin.

Li Enqereyê di serdegirtinên malan de nûçegihanê MA’yê Ahmet Aslan û her wiha li Rihayê jî nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak  hatin binçavkirin.

Derheqê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine binçavkirin de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.