Hejmara rojnamevanên ku hatin binçavkirin derket 9’an

Hejmara rojnamevanên ku li Stenbol û Enqereyê hatin binçavkirin derket 9’an.

Hejmara kesên ku di operasyona li dijî xebatkarên çapemeniya azad de hatine binçavkirin, zêde bûn ku oprasyon vê sibehê li Stenbol û Enqereyê hatin kirin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê hatin kirin de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û  xebatkarên çapemeniya azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balcî, Şîrîn Ermîş û rojnamevan Erdogan Alayumat hatin binçavkirin.

Li Enqereyê di serdegirtinên malan de nûçegihanê MA’yê Ahmet Aslan û her wiha li Rihayê jî nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak  hatin binçavkirin.

Hate zanîn ku 2 jê rojnamevan derheqê 3 kesan de biryara  binçavkirinê hatiye dayîn.