Girtina Makbûle Ozer hate şermezarkirin

Rêxistina Amedê ya DEM Partiyê girtina Makbûle Ozer a 81 salî, şermezar kir. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Çapemeniya Azad jî hate dayîn.

LI AMEDÊ PROTESTO

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê derbarê Makbûle Ozer a 81 salî ya li Wanê hatiye girtin de li pêşiya avahiyê xwe daxuyanî da. Gelek rêveberên partiyan û nûnerên saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrîşên li dijî Çapemeniya Azad têne kirin, hate dayîn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn wiha got: “Bi sedan sal in ku ji bo kurd nebin xwedî statu, siyasetekî qirêj tê meşandin. Ev siyaseta qirêj îro bi destê AKP’ê tê meşandin. Îro nebe jî hûn ê sibê li pêşberî dîrokê hesabê bidin.”

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker sedan girtiyên nexweş ên di girtîgehan de tên ragirtin bi bîr xist û têkildarî girtina Ozerê wiha axivî: “Tirkiye peymanên navneteweyî yên aligirê wan e piştguh dike û mafê tenduristiyê yên girtiyên nexweş binpê dike.”   

Peker di berdewama axaftina xwe de bertek nîşanî êrîşên li dijî Çapemeniya Azad da.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Serdana Serokkomar a Herêma Federe, serdagirtinên li Medya Haber TV, û Stêrk TV’ê, bi awayekî derveyî hiqûqî girtina dayika Makbûleyê, binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad ên li Stenbol û Enqereyê nîşan dide ku konsepta şer ketiye dewrê. Desthilat ji têkçûna xwe ya hilbijartinan tiştek fêm nekiriye. Em ê dest ji têkoşîna li dijî tecrîdê û polîtîkayên şer bernedin. Bila dayika Makbûle demildest were berdan. Em dixwazin ku demildest kedkarên çapemeniya azad werin berdan.”