Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin

Derbarê 15 girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava çalakiyê de ne, lêpirsîn hate destpêkirin.

LÊPIRSÎNA DERBARÊ GIRTIYAN

Derbarê Abdusselam Demîr, Selamî Çîftçî, Şervan Muhammed, Cuma Îbrahîm, Muhammed Ayten, Kenan Dogan, Serdar Altaş, Mehmet Haşim Arslan, Omer Arslan, Fadil Tokay, Halîl Îbrahîm, Kadrî Devîr, Abdullah Basyan, Osman Arslan û Îsmet Bali ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê tên ragirtin, ji aliyê îdareya girtîgehê ve lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.

Lêpirsîn 15’ê Nîsanê hate destpêkirin. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji lêpirsînê re weke hincet hate nîşandan.