Çîftyurek: Ev dewlet sed sal in bi çekê gefê li Kurdan dixwe

Parlamenterê Wanê yê HEDEP'ê Sînan Çîftyurek got, ji ber HEDEP li ser zemîna demokratîk meseleya Kurd û Kurdistanê tîne ziman, hin hêz gefê li wan dixwin.

Parlamenterê Wanê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Sînan Çîftyurek êvara 17'ê Mijdarê dema ku li kolaneke navçeya Yenîşehîr a Wanê bû, kesekî bi êlek pêşî lê birî û bi nîşandana çekê gef lê xwar.

Parlamenterê Wanê yê HEDEP'ê Sînan Çîftyurek têkildarî vê gefxwarinê ji ANF'ê re axivî û li ser bûyerê got, "Me li Meclîsê ev yek bi raya giştî re parve kir. Li kolana Akkoyûnlû ya Amedê, hevalê min li pêşiya min dimeşiya. Wê kêliyê kesek derket pêşiya min û êlekê xwe vekir, debance nîşanî min da. Debanceya wî di binê êlek de bû. Piştî ku nîşan da êlek girt. 3-4 kêliyan li min nihêrî. Min bang li hevalê xwe kir, min jê re got 'ev kes çekê nîşanî min dide'. Ji xwe 3-4 kêlî derbas bûn. Ev kes ji ber me derbas bû û çû."

DEWLET MESELEYA KURD Û KURDISTANÊ WEKE GEFEKÊ DIBÎNE

Çîftyurek bal kişand ser piştperdeya gefa bi nîşandana çekê û got, "Eger plan û şopandinek tune bûya nizanîbûn wê saetê ez ê ji wir derbas bibim. Ev bûyer çima ket rojevê? Çima çek nîşanî me dan? Weke koma HEDEP'ê em meseleya Kurd û Kurdistanê li meclîsê dixin rojevê. Lewma em dibêjin ku çareseriya demokratîk a vê meseleyê ev der e. Doh we digotin 'Li şûna ku li çiyê bi çekê bigerin, werin deştê siyasetê bikin'. Saziya herî bilind a siyaseta demokratîk meclîs e, em jî li vir in, îradeya gel in. Lewma me got em ê vê meseleyê li vir bînin rojevê. Hin hêz ji vê rewşê aciz bûn û weke gefxwarinê fêhm kirin. Ji xwe dewlet sed sal in meseleya Kurd û Kurdistanê li hemberî xwe weke gefekê dibîne, ji bilêvkirina vê meseleyê ya li meclîsê aciz bû. Tişta ku li vir bê gotin ev e; me berê jî got em ê careke din bibêjin, ev dewlet ji xwe sed sal in çekê nîşanî gelê Kurd dide. Ji Koçgirî heta Dersimê, Dîgorê, Newala Qesaban vê dewletê timî çek nîşan da. Çek çareserî nîne, ji Faîk Bûcak heta bi Tahîr Elçî gelek rewşenbîrên me, nivîskarên me Vedat Aydin ê me hatin qetilkirin. Kiryar jî ev in. Van komkujiyan çi çareser kirin? Çek çareserî nîne, çekê nîşanî me nedin. Em meclîsê weke cihê çareseriyê dibînin. Eger hûn dibêjin meclîs nîne, hingî cihekî din nîşanî me bidin. Em dibêjin meclîs e, kolan e, helwesta demokratîk a gelê me ya li kolanan e."

EM JI GEF Û ZEXTÊ NATIRSIN

Çîftyurek destnîşan kir ku ew ji gef û zextê natirsin û got, "Ji bo çareseriya têkoşîna azadiyê ya neteweyî ya Kurd li pêşiya me du rê hene; meclîs û nerazîbûna demokratîk. Eger qanûnek wê bê amadekirin, eger pirsgirêkek wê bibe qanûn hingî li ku wê ew pirsgirêk bê nîqaşkirin? Wê li meclîsê bê nîqaşkirin. Em jî li meclîsê nîqaş dikin."

NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ABDULLAH OCALAN E

Çîftyurek anî ziman ku têkildarî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ew hewl didin li zemîna demokratÎk siyasetê bikin û got, "Me ev yek li meclîsê anî ziman û got, eger hûn daxwaza çareseriyeke aştiyane dikin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin, bihêlin ku bila Ocalan biaxive. Yê ku şer çareser bike û aştiyê pêk bîne Ocalan e. Em di wê baweriyê de ne ku dema Ocalan axivî wê helwestek ji bo aştiyê nîşan bide. Lê belê hûn vê naxwazin. Lewma banga me ew e ku li şûna herêma Kurdistanê û Rojava ya Xweser ji xwe re weke gefê bibîne, guh bidin daxwazên jiyanî yên gelê Kurd. Eger hûn dixwazin li Rojhilata Navîn bibin dewleteke cidî hingî li siyaseta mezinbûna bi Kurdan vegerin."