'Li Colemêrgê polîs tiryakê peyda dike’

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê li ser bikaranîna tiryakê û peydakirina tiryakê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku polîsên Tirk tirkyakê didin ciwanan.

LI KURDISTANÊ POLÎTÎKÊN ŞERÊ TAYBETLI KURDISTANÊ POLÎTÎKÊN ŞERÊ TAYBET

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê rapora "çavdêriya li ser tiryakê" eşkere kir. Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Colemêrgê, endam û rêveberên ÎHD'ê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li Şaxa Geverê hat dayîn bûn. Rapora ku ji 11 rûpelan pêk tê, mijarên weke lêkolînên li ser tiryakkêşiyê, şêniyên bajêr û îdiayên der barê peydakirina tiryakê de cih digirin. Rapor ji aliyê endama Şaxa ÎHD'ê Pinar Zengîn ve hat eşkerekirin.

'POLÎS  TIRYAKÊ PEYDA DIKE’

Pinar Zengîn diyar kir ku di hevdîtinan de derketiye holê ku kesên tiryakê bi kar tînin debara wan kêm e yan jî ji malbateke ku dahata navîn e û wiha got: “Şêniyên taxê di hevdîtina e de gotin ku 'piranî caran em bi çavên xwe dibînin ku kesên li midûriyeta polîsan tên tirkyakê didin van kesan. Kesên ku çek li ber wan e û di destên wan de bêtêl heye yan bi wesayîta sivîl an jî wesayita akrep tên, bi wan re sohbet dikin û pişt re tiryakê didin wan."

TIŞTÊN KU TIRYAKKÊŞAN ANÎNE ZIMAN


Zengîn hin hevdîtinên endamên ÎHD'ê û komîsyona çavdêriyê ya di dema lêkolînên qadê yên li ser tiryakê de li Geverê pêk anîn wiha vegot:

“* Gotinên ciwanê tiryakkêş (1): Polîs tên û didin zilamên xwe û diçin, ji ber ku ez bi gotina polîsan nakim li min dixin, tiryakê ji min digirin û didin kesên din. Ji bo îfadeyê me dibin qereqolê, destê xwe  nadin zilamên xwe. Tişta ku polîs ji ciwanên mîna min tiryakkêş dixwaze, ew e ku biçin diziyê bikin û malên xelkê bişewitînin.

* Gotinên ciwanê tiryakkêşê (2): Min 6 mehan tiryak bikar anî. Ev du mehên dawî bi piştgiriya birayekî min dev ji kar berda. Min tu tedawî nedît. Divê mirov di hişê xwe de biqedîne. Bikaranîna tiryakê ji ya ku hûn dibînin zêdetir e. Tiştek ne wekî ku xuya dike. Di serdema Suleyman Soylu de çeteya wî hebû. Armanca wan hemûyan diyar bû. Xwestin me hemûyan li vir bi jehrê bikujin. Carinan bi derewan hevalên xwe dibirin qereqolê û di nava 2 saetan de her kesî berdidan. Suleyman Soylu dev ji aliyekê berda, niha tenê hejmareke sînordar a polîsên ku tiryakê belav dikin mane. Niha hûn nikarin fêm bikin ka kî ye û li vir çi dike. Dermanan didin te û zorê didin te ku tu bibî sîxur. Dema tu nekî, li te dixin û piştre li ber çavê te tiryakê didin hevalekî din û divê tu temaşe bikî. Helbet ne tenê polîs bi wan re tevdigere, gelek kes jî bi wan re mijûl dibin. Carinan didin wan û belav dikin, carinan jî bi xwe têne kontrol dikin. Min xwe xilas kir, a’qûbet li serê yên din be.”

* Hevdîtinên bi gelê herêmê re: 'Carnan tên li bexçeyê mala me rûdiniştin. Ew ciwanên me ne, em nikarin wan biqewirînin. Tu zirarê nadin. Ew zirarê nadin me, lê zirarê didin xwe. Helbet em xemgîn in, lê tiştekî ku em bikin tune. Ez wan dispêrim Xwedê. Tevî ku em baş dizanin kî wê dike. Em jî dibînin ku her şev ekîb tên vir. Em ji Xwedê re dihêlin. Ciwan dema ku nanê wan tune be, dikarin vê jehrê li ku bibînin? Mirovê biaqil hinekî difikire. Li vir jî kar tune. Çawa bedêla vê jehrê didin? Berê ciwanên me diçûn partiyê em ditirsiyan ku tiştekî bi serê wan bê yan jî li cihekî bên qetilkirin, lê niha hemû ciwanên ku em li dijî çûna partiyê bûn, bûne tiryakkêş. Xwezî ew li partiyê bûna.”

'BERPIRSYARÎ LI SER RAYEDARAN E’

Pinar Zengin da zanîn ku li Kurdistanê bidawîkirina tiryakê di bin berpirsyariya hemû rayedaran de ye û got, “Ji bo pêşîgirtina li tiryakê, daxwaza me ya sereke ev e ku bi lez cihên niştecihbûnê bên valakirin, kesên ku tiryakê bikar tînin ji aliyê kesên pispor ve bên tespîtkirin û ji bo dermankirinê bişînin  nexweşxaneyan. ji bo ciwanan derfetên kar bên afirandin û şahiyên çandî bên zêdekirin.”