BI DÎMEN

Parêzer Kûzû: Îşkence û zext derketine asta herî bilind

Parêzer Kûzû bal kişand ser zext îşkenceya bi Rewşa Awarte re li Merdînê tê kirin û got, "Binçavkirin, îşkenceya li girtîgehan û zexta li parêzeran a li dadgehan, derketine asta herî bilind."

Parêzer Kûzû bal kişand ser zext îşkenceya bi Rewşa Awarte re li Merdînê tê kirin û got, "Binçavkirin, îşkenceya li girtîgehan û zexta li parêzeran a li dadgehan, derketine asta herî bilind."

Serokê ÎHD'ê Şaxê Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû destnîşan kir, ku Rewşa Awarte li dijî Kurd û Kurdistanê hatiye ragihandin.

'REWŞA AWARTE BINGEHA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E'

Parêzer Kûzû bibîr xist, ku hebûna Rewşa Awarte bi xwe bingeha binpêkirina mafên mirovan e û anî ziman, desthilatdariya siyasî civak xistiye nava serdemekê ku mafên mirovan di asteke bilind de tên binpêkirin.

Parêzer Kûzû diyar kir, bi îşkence û zexta li her qada jiyanê re desthilatdariya siyasî dixwaze civakê bitepisîne û bêdeng bike.

Parêzer Kûzû bal kişand ser çarçoveya di dema îlankirina Rewşa Awarte de hat ragihandin û da zanîn, ev çarçoveya hat destnîşankirin bi ti awayî bi cih nayê anîn. Kûzû got, "Hebûna Rewşa Awarte tê wateya kontrolnekirinê. Di vê demê de her tişt dikeve bin kontrola hêzên çekdar. Berevajî îdîayên hikûmetê, ti kontrol û hesabpirsîn nîne û bi her awayî îşkence tê kirin, mafên mirovan tên binpêkirin."

ZEXTA LI PARÊZERAN

Parêzer Kûzû da xuyakirin, ku binpêkirina mafên mirovan li binê çavan, girtîgehan û li her qada jiyanê bi djiwarî tên kirin û got, "Parêzer jî di vê demê de para xwe digirin. Hevdîtina bi muwekîlan re tê astengkirin, li dadgehan zext li me tê kirin, hêzên ewlekariyê gefê li me dixwin. Hevdîtina bi muwekîlên me re ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê şopandin û bi vî rengî zext hem parêzeran hem jî welatiyên hatine binçavkirin, tê kirin."

LI GIRTÎGEHAN ZEXTEKE DIJWAR HEYE

Kûzû diyar kir, yek ji cihên Rewşa Awarte xwe bi dijwarî lê nîşan dide girtîgeh in ragihand, hevdîtinên bi girtiyan re tên qeydkirin û zext li wan tê kirin.

Li gorî parêzer Kûzû îşkence û zexta li binê çavan û girtîgehan, êdî timî bûne û got, "Mirov dikarin bêjin îşkence li her qadê bi dijwarî dewam dike."

'PÊKANÎN DIŞIBIN SALÊN 90'Î'

Parêzer Kûzû da zanîn, ku di binê çavan de mafê parastinê û hevdîtina bi parêzeran re ji kesên hatine binçavkirin nayê dayîn, bi vî rengî îfadeya wan tê girtin û ev îfade jî weke delîlê sûc pêşkêşî dadgehan tê kirin. Kûzû dema girtina li binê çavan bi vî rengî derbas dibe, piştre radestî dozgeriyê tên kirin û got, "serlêdanên li ser îşkence û girtina îfadeyê bi zorê" tên redkirin.

Parêzer Kûzû ku di salên 90'î de têkildarî kuştinên kiryar nediyar, îşkence û binpêkirina mafên mirovan gelekî xebitî, rewşa heyî şiband salên 90'î û got, "Faşîzm û zexta salên 90'î heta cihekî bû. Lê ya îro sînoran nas nake."

REWŞA AWARTE CIHÊKARÎ YE

Parêzerê Kûzû diyar kir, pêkanînên Rewşa Awarte li Tirkiye û Kurdistanê ne weke hev in û destnîşan kir, ku dewletê Rewşa Awarte li dijî Kurdistanê ragihandiye. Parêzer Kûzû anî ziman, di Rewşa Awarte de jî cihêkarî li Kurdan tê kirin.

Parêzer Kûzû da xuyakirin, ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî Rewşa Awarte bidomînin got, bi zext û îşkenceyê encamek bi dest nakeve.