Li Mêrdîn, Amed û Dersimê êrîşên li dijî Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin

Li Mêrdîn, Amed û Dersimê binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin.

Li Stenbol, Enqereyê û Rihayê di serdegirtina malan de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin û li Belçîkayê jî polîsan bi ser studyoyên Stêrtk TV û Medya Haber TV’yê de girtibû. Li Mêrdîn, Amed û Dersimê binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê bi pêşengiya rêxistina DEM Partiyê ya bajêr û bi tevlîbûna TJA û DBP’ê li parqa Karayollarî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hate vekirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Şerafettin Aslan axivî. Aslan destnîşanî êrîşên li ser Çapemeniya Azad kir û wiha axivî: “Ev êrîş amadekariya êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Çapemeniya gelê Kurd heta îro bêdeng ne maye û dê bêdeng jî nemîne. Pênûsa Apê Musa neketiye û nakeve. Generalên biçûk ê Apê Musa mezin bûne, serî natewînin. Em vê êrîşa li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin û dibêjin çapemeniya azad bêdeng ne maye û wê bêdeng nemîne.”

Piştre metna çapemeniyê ji aliyê Necla Acibuca ve hat xwendin. Acibuca jî bal kişand li ser zext, êrîş û gefên ser Çapemeniya Azad û wiha got: “Li Stenbol, Enqere û Belçîkayê li dijî Çapemeniya Azad operasyon û êrîş hemwext hatin kirin. Li Enqere û Stenbolê 9 rojnamegerên ku di Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yenî Yaşam de dixebitin hatin binçavkirin. Polîsên Belçîkayê jî dîsa bê hincet avêtin ser studyoyên Medya Haber û Stêrk TV. Di serdegirtina ku bi saetan dewam kir de hemû belgeyên fermî û qanûnî hatin desteserkirin. Beriya her tiştî em van êrîşên neheq, derqanûnî û korsan ên li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin. Her êrîş û operasyoneke bi salan a li dijî çapemeniya Kurd nîşaneya amadekariyên êrîşeke mezintir û berfireh a li dijî gelê Kurd e. Car bi car hatiye îspatkirin ku hewldanên bêdengkirina çapemeniyê êrîşên piştî wê ji nedîtî ve bên kirin. Mixabin hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin bibin parçeyek ji van planên êrîşê. Ji aliyê din ve, şerm e ku Belçîkayê di danûstandinên xwe yên bi Tirkiyeyê re kir qurbaniya mafên mirovan, demokrasî û azadiya çapemeniyê. Em bang dikin ku demildest êrîşên li dijî Çapemeniya Azad rawestînin û em hevgirtina xwe ya bi çapemeniya azad û muxalîf re careke din tînin ziman.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên” Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad li Parka Rojava ya Dîclekentê daxuyaniyek da çapemeniyê. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rêveberên bajar û navçeyan yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), kedkarên Çapemeniya Azad û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin, polîtîkayên şer nayên rewakirin" hat vekirin û dirûşma "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hat berzkirin.

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Cansu Şahîn axivî û bal kişand bi ser binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad.

DERSIM

Rêxistina DEM Partî ya Dersimê jî li Qada Seyît Riza bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîş protesto kir. Di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û wiha hate gotin: “Cihê şermê ye ku Belçîkayê mafên mirovan, demokrasî û azadiya çapemeniyê kiriye qurbana muzakereyên xwe yên bi Tirkiyeyê re. Mixabin welatên Ewropayê careke din nîşan dan ku dema mijar dibe berjewendiyên wan dikarin her cure nirxên mirovahiyê bikin mijara bazarê, dikarin van nirxan pêşkeşî hikûmetên zordar ên otorîter bikin û dji wan re bibin palpişt. Em êrîşa li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin û dibêjin wê Çapemeniya Azad neyê bêdengkirin.”